10:07 24 Nîsan 2018
    Pasdarên îranê - Leşkerên Îranê

    Leşkerên Îranê li Reqqyê ne

    © AFP 2018/ AFP 2016/ Atta Kenare
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya El Kuds El Arabî ragihand ku yekîneyên taybet yên Îranê niha li Reqqayê ne û li dijî DAIŞê şer dikin.

    Navenda nûçeyan —  Li gorî agahiyên li ser rojnameyê hatine parvekirin Îran yekîneyên xwe yên taybet şandiye Sûriyeyê û beşek ji wan yekîneyan jî derbasî bajarê Reqqayê bûne. Hate gotin ku Îran bi vê yekê armanc dike ku bi operasyonên stratejîk rê li pêşiya Artêşa Sûriyeyê veke.
    Bajarê Reqqa ya ku weke 'kelha DAIŞê' tê binavkirin, ji 2 salan zêdetir e ku di destê terorîstên DAIŞê de ye.
    Armanca sereke ya operasyonên rizgarkirinê yên Artêşa Sûriyeyê bajarê Helebê ye. Hizbullah û Artêşa Sûriyeyê di van çend rojên dawîn de beşeke girîng ya başûrê Helebê bi dest xistin.
    Ji xeynê wê Fermandarê Tevgera En Necbayê Alî es-Saîdî jî ragihand ku yekîneyên Îranê li derdora bajarê Şamê, li sînorê Helebê û Reqqayê beşdarî operasyonan dibin û herwiha piştevaniya Artêşa Sûriyeyê dikin.

    Bi heman mijarî:

    Xamaney: "Armanca DAIŞê têkbirina dewleta Îranê ye"
    Di encama topbarana Îranê de 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn
    Artêşa Îranê çiyayê Mahabadê dide ber topan
    Kurdistan û Îran li hev kir: Kurdistan wê 250 hezar warîl petrol bifroşe Îranê
    Hûrgiliyên operasyona DAIŞê ya Îranê derketin holê
    Etîketan:
    hizbullah, operasyon, daiş, raqqa, ŞER, ARTÊŞA SÛRIYE, artêşa îranê, pasdar, en necm, Alî es-Saîdî, sûriye, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de