17:43 18 Kanûn 2017
Zindî
    Sûr

    Navçeya Sûrê di 6 mehan de wiha wêranbû

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyona dewleta tirk ya li navçeya Sûrê nezî 3 meh û nîvan dewam kir. Google Earth wêneyên ku ji peykan kişand wêran kirina navçeyê radixe ber çavan.

    Navenda Nûçeyan — Wêneyên ku beriya operasyonê hatibû kişandin û piştî operasyonê hatin kişandin cudahiyê radixe ber çavan. Piştî kuştina Tahir Elçi ku di 28ê Mijdara 2015an de li ber minara çar ling daxuyanî dida çapameniyê hate kuştin û piştre jî li navçeyê ji aliye dewleta tirk ve qedexeya derketina derve hate ragihandin û operasyona hate destpêkirin di 9ê Adara 2016an dewam kir.

    ‘KOLANÊN LABÎREND NIHA JI HOLÊ RABÛNE'

    Wêran kirina li 6 taxên navçeya Sûrê di wêneyên Google Earthê ku beriya 9 meh bere kişandibû û piştî operasyonê hatin kişandin radixe ber çavan. Wêne avahiyên ku di şer û pevçûnan de wêran bûne tê dîtin.

    Di dîmenan de minareya çar ling ku cihê Serokê Baroya Amedê Tahir Eliçi hate kuştin û gelek kolan, kargehên li taxên Fatihpaşayê, Mizgefta Kurşunliyê hatine xirabkirin.

    ‘2 DIBISTAN HATINE HILWEŞÎN'

    Dibistanên Suleyman Nazif û Cumhuriyetê ku li taxên Fatihpaşa û Cemal Yimazê bûn bi tevahî hatine wêrankirin û cihên dibistanan niha wek erazî tê xuyan. Niha cihên her du dibistanan li buyaxen spî hatine buyaxkirin.

    Niha hêj jî li 6 taxên navçeya Sûra Amedê qedexe dewam dikin. Kesên ku li van taxan dijiyan tene dikarin ji Qaymeqamtiya Sûrê destur bixwazin û di bin çavdêriya polêsan de dikarin amûrên xwe yên eger k udi şer de saxlem manej i van taxan derxînin.

    6 hezar û 300 parselên ku di Lîsteya Mîratê ya Cihanê de ne (UNESCO) ji aliye Lijneya Wezaretan ya Tirkiyayê ve bi ewayek lezgîn hatin îstîmlaqkirin. Herwiha îstîmlaq ne tene li van 6 taxan li hin taxên din ên Sûrê jî hatin kirin.

    Piştî îstîmlak kirine mal û karkehên li 6 taxan hatin hilweşandin.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, bûne navenden kuştinan.. 126...
    Davutoglu: Dê Sûr, bibe wekî Toledo'
    Rêvebirê MAZLUMDERê: ‘Tirsa me ew e ku Sûr bibe Kobanî’
    KCK: Wê Kurdistan hemû bibe weke Cizîr, Sûr û Sîlopî!
    Etîketan:
    peykan, wêranbûn, pevçûn, şer, qedexe, mizgeft, wêne, dibistan, operasyon, Google Earth, Tirkiya, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de