00:32 25 Gulan 2018
    Moşekên Îranê

    Di encama topbarana Îranê de 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn

    © Foto : PNA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Artêşa rejima Îranê bi tank û topan herêma Sîdekan û Hacî Omeran ê Herêma Kurdistanê bombebaran dike.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên Artêşa Îranê bi hinceta hebûna Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li herêma Kurdistanê hene bi top û helîkopteran êrîşî devera Sîdekan dike û li gorî Rêvebirê Tendirustiya Qezaya Çoman a Hewlêrê, Dr. Kenan Kenabî di topbarana Artêşa Îranê de 2 zarok, jin û zilamek birîndar bûn.

    Her wiha li gorî agahiyên berdest, ji ber topbarana ku sibejê destpêkir, agir bi daristana sînorî ketiye û gelê Sîdekan ji mal û milkê xwe derdikevin û herêmê diterikînin. Devera Sîdekan ji par ve ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve jî tê bomberankirin.

    Ji 15ê Hezîranê ve li deverên Şino, Pîranşar, Mehabad û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera Pêşmergeyên PDKÎyê û Artêşa Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê de derdikeve.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan û Îran li hev kir: Kurdistan wê 250 hezar warîl petrol bifroşe Îranê
    Îran: "Me li Tehranê êrişeke mezin asteng kir"
    Îran: Erebistana Siûdî û Herêma Kurdistanê piştgiriya PDKÎyê dikin
    Îran: 5 endamên PJAKê hatin kuştin
    Îran: Berpirsê pirsgirêka hacê Erebîstana Siûdiye
    Etîketan:
    Topbarana Artêşa Îranê, Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, Artêşa Îranê, Kenan Kenabî, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de