09:58 24 Nîsan 2018
    Papa

    Papa diçe Ermenîstanê

    © Foto :
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê rûhanî yê Katolîkan Papa Francesco, bo 3 rojan wê biçe Ermenîstanê. Tê payîn ku Papa derbarê komkujiya ermeniyan de daxuyaniyan bide.

    Navenda nûçeyan — Ziyareta Serokê rûhanî yê Katolîkan Papa Francesco, ya Ermenîstanê îro dest pê dike û wê 3 rojan berdewam bike. Papa wê li bajarê Gumru li dêra Karekîna 2emîn ya wekî Katolîkoya hemû ermeniyan tê nasîn ayînekê li dar bixe. Paşê jî li herêma Eçmîadzinê wê beşdarî ayînekê bibe û wê li wê derê axaftinekê bike.
    Serdana Ermenîstanê gera 14emîn ya dervî welêt ya Papa ye.
    Papa Francesco di axaftineke xwe ya li Watîkanê qirkirina ermeniyan wekî ‘komkujiya yekem ya sedeya 20emîn' bi nav kiribû û ev yek bûbû sedema berteka Tirkiyeyê.  Tê payîn ku Papa serdana abîdeya kokujiyê ya Tsitsernakaberdê jî bike û li wê derê derbarê komkujiyê de axaftinekê bike.



    Bi heman mijarî:

    Papa ji bo pirsgirêkên penaberan çû Girava Midîlliyê
    Papa Francis ji bo penaberan diçe Yûnanîstanê
    Papa lingê zarokên penaber şuşt û paşî jî maç kir
    Papa: ‘Tenê Pûtîn dikare xristiyanan biparêze'
    Kremlîn: ‘Em ji Papa Francis û Patrik Kirill re spasdar in'
    Etîketan:
    ayîn, komkujî, qirkirin, ermeni, serdan, papa, papa francesco, ermenistan, italya, watikan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de