13:55 19 Hezîran 2018
Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Minbicê

“Hêzên Sûriyeya Demokratîk gihiştin qonaxa dawî”

© REUTERS / RODI SAID
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTOM) ragihand ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di amadekariyên rizgarkirina Minbicê de gihiştine qonaxa dawî.

Navenda Nûçeyan — CENTOM daxuyaniyeke nivîskî da û tê de teqez kir ku şervanên kurd û ereb ji bo stendina bajarî, gihiştine asta dawî û ev hefteyeke ku operasona van hêzan tên berçavkirin.

Herwiha daxuyaniyê ragihand ku ji roja operasyona Minbicê dest pê kiriye û heta niha, 233 êrîşên hewayî hatine pêkanîn ku di hefteya borî de tenê de, 73 êrîş hatine pêkanîn, û teqez kir ku gelek şervanên biyanî li deverê hene û wiha dewam kir: "Ev agahî ji bo parastina Tirkiye, Ewropa û Amerîkayê ji tehdîdan gelekî giring e".

Ji aliyekî din ve, Alîkarê Fermandarê Hêzên Hevpeymanê yên dijî DAIŞê General Doug Chalmers vê sivehê ragihand ku operasyona Minbicê ber bi dawî ve tê û hêzên şervan taxên derdorê û gundên derdorê stendine.

Bi heman mijarî:

HSDê ketin embarên genimî yên Minbicê
Li bajarê Minbicê şerekî dijwar: Herî kêm 30 kuştî
DAIŞê li Minbicê êrîş kir: 28 şervanan jiyana xwe ji dest da
Li Minbicê wesayetek bombebarkirî teqiya
Şervanên kurd li Minbicê êrişeke mezin a DAIŞê têk birin: 142 kuştî
Bi hezaran sivîl li Minbicê hatin rizgarkirin
Etîketan:
rizgarkirina minbicê, EREB, KURD, CENTOM, hsd, ypg, HSD, Doug Chalmers, Minbic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de