15:25 22 Sibat 2018
Zindî
    wan - polês - êriş - şer

    Li Mêrdînê êrîşek bombeyî pêk hat: Kuştiyek û 2 birîndar

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê, PKKê otomobîleke bombebarkirî di qereqola fermandariya cendirmeyên navçeyê de teqandiye û gelek ambulans şandine cihê bûyerê. Ajokarê kamyonekê ku di wir derbas dibû, jiyana xwe ji dest da û du leşker bi sivikî birîndar bûn.

    Mêrdîn — Hat ragihandin ku li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê, li dora saet 20:15an êrîşek bi otomobîleke bombebarkirî li ser Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Mehsertê ya Mêrdînê pêk hat.

    Li gorî agahiyên ketine destên me, otomobîl li ber avahiya fermandariyê hatiye sekinandin û ji dûr ve hatiye teqandin.

    Herwiha di wê dema teqînê de, kamyonek di wir derbas dibe û di encama teqînê de, ajokarê kamyonê bi giranî û du leşker jî bi sivikî birîndar dibin. Pişt wê ajokarî radikin Nexweşxaneyê Dewletê ya Mehsertê lê li gel hemû destwerdanan jî ajokar jiyana xwe ji dest dide.

    "BERGIRÎ GELEKÎ BI BANDOR BÛN"
    Ji aliyekî din ve hat ragihandin ku bergiriyên ewlehiyê yên ku berî hatibûn girtin, bandoreke mezin di kêmkirina bandora teqînê de lîstiye lewra ti ziyanên berbiçav li avahiya fermandariyê nehatiye û piştî wê operasyonan dest pê kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Li Mêrdînê êrîş: 2 leşker birîndar bûn
    YPG: 2 êrîş 5 kuştî
    Li Dêrsimê li hember cendirmeyan êrîş
    Li Nîjerê Boko Haramê êrîş kir: 32 mirî, 70 birîndar
    Li Giresunê êrîş birin ser qereqola cendermeyan
    Li Erziromê êrîş li karkerên kurd hat kirin
    Êrîş li ser bendava Gumuşhaneyê pêk hat
    Etîketan:
    êrîş, kuştî, birîndar, teqîn, Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Mehsertê, PKK, Mehsertê, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de