13:44 24 Hezîran 2018
Artêşa Iraqê

Iraq rizgarkirina Fellûceyê pîroz dike

© REUTERS / Thaier Al-Sudani
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî du mehan ji şer û operasyonan, Artêşa Iraqê karî bajarê Fellûceyê yê ku dihesibe yek kelehên DAIŞê, ji destê wê rêxistinê rizgar bike û serkeftineke dîrokî bi dest xîne.

Navenda Nûçeyan — Endamê Encûmena Enbarê Tah Ebdilxenî bi Spûtnîkê re axivî û ragihand ku tevahiya bajarî ji DAIŞê hatiye paqijkirin û ew terorîstên li taxa Colanê û yê li navenda bajarî mane, dê demeke nêz de bên bêbandorkirin.

Nexşeya Fellûceyê
© Sputnik /
Nexşeya Fellûceyê

Ji aliyekî din ve, çavkaniyeke hêzên ewlehiyê ragihand ku Artêşa Iraqê di du rojên dawî de nêzîkî 60 kîlometreyî ji neyaran stendiye.

Heman çavkaniyê ragihand ku piştî taxa Colanê, DAIŞê navenda xwe bir tax Erzaqiyeyê ya li bakurê rojavayê bajarî û got, "Terorîst dê nikaribin ji Erzaqiyeyê birevin ji ber hêzên milîs û Artêşa Iraqê bajar giş dorpêç kiriye".

DÎMENÊN TAYBET JI SPUTNÎKÊ

Ji aliyekî din ve, Ajansa Sputnîkê karî xwe bigihîne dîmenên taybet ên ji aliyê leşkerên Iraqê hatin girtin.


Herwiha di wê dema ku şer li deverên DAIŞê lê maye berdewam dike, xelkê li başûre bajarî dest bi pîrozbahiyan kiriye.

Ji aliyekî din ve, piştî ku nişticihên bajarî li Myeasê fitara xwe kir, bi tirimbêlan gera pîzobahiyê li dar xist.

Bi heman mijarî:

Artêşa Iraqê avahiyên hikumetê yên Fellûceyê bi dest xistin
Artêşa Iraqê li Fellûceyê taxekê ji destê DAIşê rizgar kir!
Li Fellûceyê goreke komî ya ku 400 leşker têde bûn hate dîtin
Xelkê Fellûceyê bi xwekuştinê xwe ji DAIŞê xelas dike
Di operasyona Fellûceyê de 250 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Artêşa Iraqê kete nava bajarê Fellûceyê
Etîketan:
Rizgarkirina fellûceyê, Artêşa Iraqê, DAIŞ, Encûmena Enbarê, Sputnîk, Tah Ebdilxenî, Fellûce, Enbar, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de