00:41 24 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Rikeberiya Tirkiye û Ewropayê ya “peymana penaberan” nahedine

© Photo: REUTERS/Stringer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gel ku 3 meh di ser rêkeftina penaberan a ku Tirkiye û Ewropayê li ser li hev kiribû, buhirîne jî lê hîn jî ragêşiya di navbera herdû aliyan de xelas nabe.

Navenda Nûçeyan — Serokê Komisyona Ewropayê Jean-Claude Juncker bi Frankfurter Allgemeine Zeitungê re axivî û bi bîr anî ku pêwîst e Tirkiye 72 mercên bîne cih ta ku serbestiya vîzeyê bidin welatiyên Tirkiyeyê ku bikarin bê vîze biçin herêma Schengenê, û wiha dewam kir: Eger bi rastî jî Erdogan dixwaze xwe ji rêkeftina penaberan bikişîne, naxwe peywira wî ye ku ji welatiyên Tirkiyeyê re vebêje bê çima nikarin bê vîze biçin Ewropayê".

"GELÊ TIRK NE LI DÛ TIŞTÊN WIHA YE"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Zanîngeha Fatih Sultan Mehmetî, li Navenda Kongreya Haliçê axivî û rexne li gotinên Junckerî girtin û got, "Hey serok, te gelê tirk nenasiye, nenasiye. Nizanim vîzeya wê derê, nizanim qebûlkirina wê derê, gelê tirk ne li dû tiştên wiha ye".

Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiya axiftina xwe de teqez kir ku "pêdiviya Ewropayê bi Tirkiyeyê heye û dide pey Tirkiyeyê. Ditirsin gelo Tirkiye derî ji van penaberan re veke, ew ê çi bê serê me û diqutifin".

Bi heman mijarî:

NY bertek da peymana "penaberan": Em ê bi navendên şandinê re nexebitin
Li cîhanê 65 milyon mirov penaber in
Li ser sînorê Tirkiyê 11 penaber hatin kuştin
Terorîstan gule reşandin: 6 penaber hatin kuştin
Alîgirên tîma Brîtanyayê bi zarokên penaber tinazan kirin
20 jê zarok 34 penaber li çolê ji bêavî mirin
Zarokên penaber fêrî fuhûşê dikin
Etîketan:
peymana penaberan, Zanîngeha Fatih Sultan Mehmet, Frankfurter Allgemeine Zeitungê, Komisyona Yekîtiya Ewropayê, Jean-Claude Juncker, Ewropa, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de