11:04 23 Hezîran 2018
Parlamentoya Tirkiyeyê

Parlementerên HDP û AKPê êrîşî hev kir

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di hevdîtina anîna “mertala parêzbendiyê” bo leşkeran de, parlementerên HDP û AKPê pev çûn û bi kulman ketin nav hev. Parlementerên CHPê navbeynkarî kir û dûre navber dan rûniştinê.

Enqere — Hat ragihandin ku di dema hevdîtina pêkanîna guherînan di qanûna leşkerên Artêşa Tirkiyeyê li Parlementoyê, parlementerê HDPê Kadri Yildirim axivî û bal kişand serê wê yekê ku ev nêzîkî salekê ye ku leşker li bajarên kurdan operasyonan pêk tînin û wiha dewam kir: " Piştî ku xaniyên operasyon ji hev dixistin, li ser cilên binî yên jinan û dîwaran hevokên wek ‘keçikino! Em hatin û hûn ne li vir bûn' dinivîsîn".

"SÊ TAYBETMENDIYÊN KURDAN ÊN GIRING HENE"

Yildirimî axiftina xwe wiha dewam kir: " 95% ji kurdan misilman in. Wiha tê kirin wek ku bajarên kurdan ji nû ve tên fetihkirin. Wek Seîdê Kurdî gotibû, di kurdan de sê tiştên giring hene ku divê bên parastin, islamiyet, neteweperwerî û mirovahî. Islamiyet û neteweperwerî du beşên ji hev nayên cudakirin ên gelê kurd in."

Piştî ku parlementerê AKPê dest bi axiftinê kir, parlementerê HDPê yê Dêrsimê Alican Unlu çû bi ser aliyê AKPê de û parlementerê AKPê yê Trabzonê Salih Core çû bi ser ên HDPê de.

Hat ragihandin ku piştî ku gengeşiya di navbera parlementerên herdû partiyan de dirêj kir, Serwekîlê parlementoyê Akif Hamzaçebi navbera da rûniştinê. Li gorî agahiyên kulm jî di navbera herdû koman de hatine avêtin.

Bi heman mijarî:

HDP: Pêwistiya me bi 52 îmzeyan heye
Figen Yuksekdagê bersiva “HDP pêveka PKKê ye” da
HDP: Wê nikaribin me ji siyasetê dûr bixînin
Selahattin Demîrtaş ji bo Erdogan: HDP bûye kabûsa te
HDP bi 92 fotografan, wêraniya Cizîrê nişan dide
HDP: Gelo raste ku şîrketên tirk ji DAIŞê re madeyên kîmyewî dişinin?
HDP û DBP ji bo çalakiyan bi çapemeniyê re civiyan û bangî gelî kir
Etîketan:
Parlementoya Tirkiyeyê, CHP, AKP, HDP, Akif Hamzaçebi, Kadri Yildirim, Dêrsim, Sêrt, Trabzon, Tirkiye, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de