18:23 25 Sibat 2018
Zindî
    ala tirka

    ‘Tirkiye dixwaze ku NATO şerê Rûsyayê bike'

    © AFP 2018/ BENOIT DOPPAGNE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sîyasetmedarê pispor yê fransî Alexandre Del Valle, ragihand ku Tirkiye hewl dide ku NATO şerê Rûsyayê bike û bo vê yekê çi ji dest bê wê bike.

    Navenda nûçeyan —  Del Valle di axaftina xwe ya Sputnîknewsê de diyar kir ku Tirkiye dixwaze ku NATO şerê Rûsyayê bike û bo vê yekê jî çi ji dest bê wê bike. Balafira rûsan jî bi vê armancê hate xistin.

    ‘ENDAMTIYA TIRKIYEYÊ YA NATOYÊ PIRSGIRÊK E'
    Pisporê fransî Del Valle  endamtiya Tirkiyeyê ya NATOyê weke ‘pirsgirêk' bi nav kir û ragihand ku Tirkiye  statuya xwe ya di NATOyê de ji bo ku astengiyan têxe pêşiya hin projeyên bi Yunanîstan û Qibrisê bi kar tîne.

    Jet ya F-16 ya Artêşa Tirk
    © AP Photo/ Anatolia, Kenan Gurbuz
    ‘TIRKIYE DIXWAZE KU ÎSLAMÊ LI HEMÛ CÎHANÊ BELAV BIKE'
    Del Valle, Tirkiye weke ‘dewleta mafya' bi nav kir û diyar kir ku Tirkiye kurdan bombebaran dike û musadeya milîtanên cîhadîst dide ku li Tirkiyeyê kampên perwerdehiyê vekin. Del Valle, di dewamiya axaftina xwe de got: ‘Tirkiye di mijara penaberan de şantajê li Yekitiya Ewrûpayê (YE) dike. Ji aliyê din jî dixwaze Îslamê pêşî li Ewrûpayê û piştre jî li hemû cîhanê belav bike. Bûyera 11ê Îlonê di vê mijarê de bû sedema têgihîna welatên ewrûpî.'

    ‘TIRKIYE QULEK TARÎ YA JEOPOLÎTÎK E'
    Del Valle, balê kişand ser piştevaniya Tirkiyeyê ya bo terorîstan û got ‘Tirkiye quleke tarî ya jeopolîtîk e ku tehdîta terorîstan li cîhanê belav dike.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê Tirkiye ji bo civîna Soçiyê vexwend
    ‘Rojnamevanên sûriyî li Tirkiye ne di ewlehiyê de ne'
    Kiliçdaroglu: "Îmaja Tirkiye ya xerabe ji bo hatina turîstan dibe asteng"
    Parlamenterê rûsî: "Divê Rûsya û Tirkiye li herêmê bi kordîne bixebitin"
    Tirkiye, raporta tijî rexne li PEyê vegerand
    'Tirkiye û Sûriye nêzîkî hev dibin'
    Etîketan:
    cîhadît, belavkirin, îslam, nato, şer, Alexandre Del Valle, qibris, yunanîstan, ewrûpa, rûsya, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de