05:04 20 Sibat 2018
Zindî
    Kurdên Rojavayê

    "Çar dewlet li dijî kurdan dicivin"

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çar welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li dijî avabûna herêmeke kurdan li Rojavayê dicivin ku ji aliyê kurdan ve wek rêkeftina Cezayirê ya sala 1975an tê nirxandin.

    Navenda Nûçeyan - Li gorî nûçeya ku malpera Basnewsê ku vedigerîne çavkaniyeke rêveberiya xweser ya Rojavayê, hat ragihandin ku nûnerên welatên Tirkiyeyê û Sûriyeyê bi serpereştiya welatên Îran û Cezayîrê, li Cezayîrê bi awayeke nepenî dê bicivin.

    Herwiha li gorî heman çavkaniyê, Tirkiyeyê pêşniyarî Sûriyeyê kiriye, ku rê li ber avabûna keyaneke kurdan li bakurê Sûriyeyê ango Rojavayê bigire û Tirkiye jî dê li hemberî vê yekê piştgiriya xwe ji bo komên çekdar ên dijberiya Sûriyeyê rawestîne.

    Herwiha kurd bi piranî xwedî bîranîneke gelek nexweş in ku bi navê Cezayîrê vê hatiye girêdan û ew jî peymana sala 1975an e ku bi serpereştiya Cezayîrê serokê rejîma Baasa Iraqê Sedam Hisên û şahê Îranê Şah Riza Pehlewî li dijî kurdan rêkeftinek îmze kiribû û bi wê rêkeftinê hemû destkevtin tevgera kurdî hatibûn têkbirin. Di dîrokê de jî ew rêkeftin wek rêkeftina Cezayîrê hate tomarkirin.

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN ''Em piştgiriya daxwaza federasyonê ya kurdên Rojavayê..."
    Li Rojava amadekariya sîstema federasyonê dikin!
    Kurdên Rojava ji bo federalîzmê daketin qadan
    Kurdistanê ji bo Rojava: ‘Bibin yek û federalîzmê bixwazin'
    Amadekariya federalîzmê li Rojavayê
    Etîketan:
    neyariya kurdan, kurd, rêkeftina Cezayirê, Îran, Cezayir, Sûriye, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de