02:10 22 Sibat 2018
Zindî
    Anbûlans - Cizîr - cenaze - qirkirin

    Li Cizîrê 11 cenaze wenda ne

    © Foto: Haberkita
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Cizîrê 11 cenazeyên ku di jêrzemînan de hatin kuştin, wenda ne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên Basnewsê li Cizîrê di encama şerê di navbera PKKê û hêzên Artêşa Tirkiyeyê de bi dehan kes hatin kuştin. Ji van kuştiyan 55 cenaze yên ku nasnameyên wan nehatine eşkerekirin hîn jî li bajarên wek Silopî, Cizîr, Riha, Dîlok û Semsûrê tên sekinandin.

    Hat zanîn ku ji xeynî van 55 cenazeyan, derket holê ku 11 cenazeyên din hene û wenda ne. Piştî serlêdana malbatan li MEYA-DER, DBP û HDPê derket holê ku 11 cenaze wenda ne û di derbarê wan cenazeyan de tu agahî tune ye.

    Li gorî zanyariyan cenazeyên ku wenda ne, ev in: Hacer Aslan, Abdûllah Gul, Osman Gokhan, Serdar Pîşkîn, Mehmet Puskul, Lokman Bîlgîç, Yakûp Dadak, Sercan Ogûn, Mûrat Arslan û Agît Aydin.

     

    Bi heman mijarî:

    Di navbera Cizîr û Silopiyayê de teqîn
    Wezaretê gelek taxên Cizîr û Hezexê weke ‘cihên bi xetere' ragihand
    CIZÎR - Bodrûmeke wehşetê ya din jî: Kuştî, birîndar û asêmayî hene ( HAT NÛKİRİN)
    Bîlançoya îro ya Silopî, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê: 9 kesan canên xwe ji dest dan
    Etîketan:
    wenda, jêrzemîn, kuştin, Artêşa Tikiyeyê, PKK, DBP, HDP, Serdar Pîşkîn, Osman Gokhan, Hacer Arslan, Cizîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de