13:55 22 Hezîran 2018
Parlamentoya Sûriyê

'Li Sûriyeyê gelek wezîr dê peywirên xwe bidomînin'

© REUTERS / SANA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Sûriyeyê di hikumeta nû ya dê were avakirin de gelek wezîrên desteya wezîran ya berê dê peywirên xwe bidomînin û hinek mixalîf jî dê di hikumetê de cihê xwe bigirin.

Navenda Nûçeyan — Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad duh ji bo avakirina hikumetê Wezîrê Elektrîkê Îmad Xemîs peywirdar kiribû.

Çavkaniyeke nêzî hikumetê ragihand ku "Wezîrên Karên Derve, Karên Navxweyî, Parastin û Ewqafê (karên dîn) dê peywirên xwe berdewam bikin." Heman çavkanî diyarkir ku hinek mixalîfên ku li Sûriyeyê dijîn jî dê desteya wezîran a nû de cih bigirin û got "di hikumeta Sûriyeyê de dê ji mixalefeta neteweyî ya Sûriyeyê jî hinek nûner cih bigirin."

 

Bi heman mijarî:

Sûriye: "Hebûna hêzên Almanya û Fransayê îxlala desthilatiya me ye"
Sûriye: Berbirsiyarên teqînên Lazkiye û Tartûsê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar e
Sûriye: hatina leşkerên Amerîkayê êrîşeka li ser axa me ye
Erdogan: Em ê ticarî nehêlin Sûriye perçe bibe
Etîketan:
hikumet, desteya wezîran, , avakirin, Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê, Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, Îmad Xemîs, Beşar Esed, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de