06:12 22 Sibat 2018
Zindî
    Pêşmergeyê PDK-Î

    Li ser banga PDK-Îyê: Cerdevanên kurd çekên xwe danîn

    © Foto: Rudaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Demokrat a Kurdistanê- Îran (PDK-Î) ragihand, hejmareke ji cerdevanên kurd ên ku di bin siya Hêzên Pasevanên Sînorên Îranê (Pasdar)de şer dikin, çekên xwe danîne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ku di rûpela fermî ya PDK-Îyê de hatiye weşandin, komek ji cerdevanên kurd ên ku li herêmêm Şino û Pîranşar di bin siya Hêzên Pasevanên Sînorên Îranê (Pasdar) de şer dikin, çekên xwe danîne.

    Herwiha daxuyanî diyar dike ku bandora banga Sekreterê Giştî yê PDK-Î Mistefa Hicrî di vê bûyerê de heye, ku bangî kurdên di nava artêşê de û yên ku li ser sînorî cerdevaniyê dikin kiribû ta ku çekên xwe deynin.

    Sekreterê Giştî yê PDK-Î bangî leşker û cerdevanên di nav Artêşa Îranê de kiribû gotibû: "hêj dereng nebûye dev ji çekên xayîntiyê berdin û beşdarî têkoşîna neteweyî bibin. Eger ku hûn beşdarî tekoşîna pîroz nabin qene, nebin darê destê rejimê ku li dijî kurdan bikar tîne."

    Herwiha di şerê 15ê Hezîranê de yê ku di navbera hêzên Artêşa Îranê û Pêşmergeyên PDK-Îyê de derketibû, 20 pasdarên Îranê hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    PDK-Î: Hejmarek Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan
    PDK-Î û KOMELE dê bi hev re “berxwedan”ê xurt bikin
    PDK û PDK-Î: ‘Îran êriş bike, em ê bersivê bidin’
    PDK-Î û HDK-Î partiyeke yekbûyî û mekanîzmayeke rêveberiyê nîqaş dikin
    Di navbera PDK-Î û Îranê de şer derket
    Etîketan:
    şer, cerdevan, Artêşa Îranê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Supaya Pasdarên Îranê, Mistefa Hicrî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de