14:04 22 Hezîran 2018
Lokman O

Milîtanê li xwe mikur hat ku ji bo El Nûsrayê şer dikir hat berdan

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Samsunê milîtanê rêxistina terorîst a El Nûsrayê ku bi cezayê 10 salan dihat darizandin Lokman O yê 24 salî bi hinceta tûnebûna delîlan hat berdan.

Samsun - Li Samsunê milîtanê rêxistina terorîst a El Nûsrayê ku bi cezayê 10 salan dihat darizandin Lokman O yê 24 salî bi hinceta tûnebûna delîlan hat berdan.

Lokman O. nêzî salek berê çû bajarê Antalyayê û li wir li otelekê dest bi kar kir. Şikber, li gorî îdiayan piştî demekê tevlî rêxistina terorîst a El Nûsrayê bû. 6 neh berê jî bi rêyên derqanûnî ji Antalyayê derbasî Sûriyeyê bû kete nava refên rêxistinê û dest bi şer kir. Lokman O, di pevçûnekê de ji arguşka xwe birîndar bû û ji bo dermankirinê dîsa bi rêyên derqanûnî derbasî Tirkiyeyê kirin.

Hêzên ewlehî kemîn danî pêşiya wî

Di çarçoveya karê îstîxbarata tîmên girêdayî Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijterorê ya Midûriyeta Ewlehî ya Samsunê zanyarî bi dest xistin ku wê Lokman O bi rêya bejê derbasî Samsunê bibe. Tîmên ewlehî bi cendirmeyan re di ketina Samsunê de kemîn danîn û Lokman O di otobusê de girtin binçavan.

Hêzên Ewlehî piştî ku karên wî yê îdarî qedandin sewkî dozgeriyê kirin, dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê şande dadgehê û dadgehê jî Lokman O girt û şande girtîgeha Samsunê.

Bi heman mijarî:

El Nûsra êrişî ser Helebê kir: 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
El Nûsra li Helebê êrişî sivîlan kir: 7 kuştî û 12 birîndar
Die Welt: El Nûsra jî li pey xîlafetê ye!
Rûsya:'Dibe li pişt êrişa kampa İdlîbê El Nûsra hebe'
El Nûsra bi moşekan êrişî Helebê kir:9 kuştî û 45 birîndar
Etîketan:
Endamê El Nûsrayê, Lokman O, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de