11:10 23 Hezîran 2018
Heleb

Li Babê komkujî: DAIŞê 20 kurd kuştin û 21 jî birîndar kirin

© Foto : AA/ Hüseyin Nasır
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Êriş, zilm û kuştina DAIŞê li ser kurdan berdewam e. Terorîstan li herêma Babê ya girêdayî bajarê Helebê 20 kurd qetil kirin û 21 kes jî birîndar kirin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku malpera anhayê ji herêma Babê bi dest xistine, terorîstên DAIŞê li herêmê gundên kurdan dorpêç dike û welatiyên sivîl direvînê û dikuje.

Hat ragihandin ku kesên di destên DAIŞê de ne xwastine ku ji girtîgeha birevin, lê 20 kes ji wan li ser destên DAIŞê hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.

Ji aliyê dî vê, DAIŞê 900 welatiyên sivîl ên kurd revandibûn û niha ew xistine girtîgeha Qebasiyê.

Herwiha terorîstên DAIŞê li Minbicê û Raiyê bi darê zorê xendeqan bi welatiyên sivîl dide kolandin û wan wekî mertalên zindî bi kar tîne.

 

Bi heman mijarî:

Ehrar El-Şam piştrast kir: Leşkerên tirk 11 penaberên Sûriyeyê kuştine
Wesiyeta DAIŞiyên ku li Amedê hatin kuştin derkete holê
DAIŞê li herêma Babê 900 welatiyên sivîl revandin!
Ew bajarên Kurdistanê 29 caran hejiya
Etîketan:
qetilkirin, welatiyên sivîl, kuştin, êriş, DAIŞ, Bab, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de