18:55 25 Hezîran 2018
Daniştay biryara çayê

Şêwirgeha Dewletê biryara ‘berhevkirina çayê ya bi Erdogan re' da

© Foto
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Lijneya Serokên Şêwrigeha Dewletê di derbarê Serokê Şêwirgeha Dewletê Zekî Gungor de ku bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re li Rîzeyê çay berhev kiribû û beşdarê hin bernameyan bûbû, biryara xwe da.

Navenda Nûçeyan — Lijneya Şêwrigeha Dewletê daxuyand ku "hat fêmkirin ku ji bo Serokê Şêwirgeha Dewletê Zekî Gungor ji ber ku bi Serokomar Erdogan re li bajarên Rîze û Kirşehîrê beşdarê hin bernameyan bûye, hewceyî bi lêpirsîna disîplînê nake."

Lijneya Serokên Şêwirgeha Dewletê di derbarê serîlêdana paralamenterê CHP yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû de ragihand ku "hat fêmkirin ku ji bo Serokê Şêwirgeha Dewletê Zekî Gungor ji ber ku bi Serokomar birêz Recep Tayîp Erdogan re li Rîzeyê beşdarê çinîna çayê ya ku ji aliyê ÇAYKÛRê ve hatiye amadekirin bûye û ji berk u li Kirşehîrê beşdarê Hefteya Ahîlîkê bûye, hewceyî bi lêpirsîna dîsiplînê nake û loma jî hewce nake ku sewqê Lijneya Dîsiplînê ya Bilind were kirin."

Serokê Şêwrigeha Dewletê Zekî Gungor di 26ê Gulana 2016an de bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re li Rizeyê beşdarî çinîna çayê û di 28ê Gulana 2016an de jî beşdarê festîvala Hefteya Ahîlîkê bûbû û ji ber vê yekê parlamentere CHPê yê Setenbolê Sezgîn Tanrikûlû jî ji bo lêpirsîna dîsiplînê serî li Dadgeha Bilind û Şêwirgeha Dewletê dabû.

 

 

Bi heman mijarî:

Almanya daxwaza Erdogan ya temyîzê red kir
Schulz: "Pêvajoya serbestiya vîzeya Tirkiyeyê di rûyê Erdogan de sekinî"
Mehmet Altan: Putin heta ku serê Erdogan netewîne normalîzasyona têkiliyan çênabe
Balyozê Rûsyayê beşdarî fitara Erdogan dibe
Etîketan:
berhevkirina çayê, biryar, Şêwirgeha Dewletê, CHP, Zekî Gungor, Recep Tayîp Erdogan, Sezgîn Tanrikulu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de