16:23 20 Sibat 2018
Zindî
    Penaber - koçber

    Ehrar El-Şam piştrast kir: Leşkerên tirk 11 penaberên Sûriyeyê kuştine

    © AFP 2018/ YANNIS KOLESIDIS / POOL
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Rêxistina cîhadîst ya Sûriyeyê Ehrar El-Şamê, piştrast kir ku leşkerên Tirkiyeyê 11 penaberên Sûriyeyê li ser sînor kuştine. E daxuyanî piştî ku Artêşa Tirkiyeyê û Wezareta Derve ragihandibû ku îdiaya Navenda Çavdêriya Mafên mirovan derbarê bûyerê de derew e.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku rêxistina Ehrar El-Şamê daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û tê de ragihandiye ku roja 18ê Hezîranê 11 kes ku pirraniya wan ji heman malbatê bûn, li ser sînorî ji aliyê leşkerên Artêşa Tirkiyeyê ve hatine kuştin.

    Herwiha daxuyaniyê diyar kir ku ev kiryar ne li gorî siyaseta Tirkiyeyê ya piştgirtina dijberan bû û wiha dewam kir: "Lê berpirsyarê serekî yê vê bûyerê qaçaxçî bi xwe ne".

    "ZIMANEKÎ XWEŞ BI KAR ANÎ"
    Nivîskarê Kararê Hakan Albayrakî di qûncika xwe ya îro de derbarê daxuyaniyê de wiha nivîsî: "Rêxistina Ehrar El-Şam a ku dostanî û biratiya wê bi Tirkiyeyê ve, diyar e, ev bûyer piştrast kir lê zimanekî tawanbar bi kar neanî, berevajî wê bi baldarî wan guh dayê ku zimanekî xweş li himber Tirkiyeyê bi kar bînin".

    TIRKIYE VÊ QEBÛL NAKE
    Ji aliyekî din ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Tanju Bilgiçî, diyar kiribû ku kuştina sivîlên Sûriyeyê li ser destên leşkerên Tirkiyeyê, ne tiştekî rast e.

    Herwiha Bilgiçî diyar kir ku hewldanên derbasbûnên ne hiqûqî bo Tirkiyeyê çêdibin, ew bi temamî di çarçoveya hiqûqê de tevdigerin û wiha dewam kir: "Hêzên me yên ewlehiyê li dijî talûkeya ku ji ber hevirkiyê, rêxistinên terorê û qaçaxçiyan derdikevin, bi awayên guncav ji hesasiyeta rewşê re tevdigerin."

    Bi heman mijarî:

    Li cîhanê 65 milyon mirov penaber in
    Terorîstan gule reşandin: 6 penaber hatin kuştin
    Li ser sînorê Tirkiyê 11 penaber hatin kuştin
    Alîgirên tîma Brîtanyayê bi zarokên penaber tinazan kirin
    UNICEF: Zarokên penaber yên li Fransayê ne di ewlehiyê de ne
    20 jê zarok 34 penaber li çolê ji bêavî mirin
    Zarokên penaber fêrî fuhûşê dikin
    Etîketan:
    kuştina penaberan, kuştina sivîlan, Ehrar El-Şam, Hakan Albayrak, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de