23:57 22 Sibat 2018
Zindî
    Staffan de Mistura

    De Mistura: Ji bo tûra duyemîn ya Cenevreyê hedef meha tîrmehê ye

    © REUTERS/ Pierre Albouy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Staffan de Mistura, diyar kir ku dibe ku tûra dî ya hevdîtinên Cenevreyê di meha tîrmehê de pêk bê.

    Navenda nûçeyan -  Staffan de Mistura, hefteya borî li bajarê Saint Petersburg a Rûsyayê li gel Serokê Rûsyayê Valdimir Pûtîn û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civîya. De Mistura, piştî civîna ‘dirêj û berfireh' diyar kir ku bo beşdarî civîna Konseya Ewlehiyê ya NYê bibe wê di 29ê Hezîranê de biçe New Yorkê.
    De Mistura ragihand ku dema tekez ya hevdîtina Cenevreyê girêdayî biryara NYyê ye û eşkere kir ku ew armanc dikin ku di meha tîrmehê de hevdîtinan dîsa bidin dest pê kirin.
    Tûra dawîn ya hevdîtinên Cenevreyê di meha nîsanê de pêk hatibû.

    Bi heman mijarî:

    De Mistura:'Hevdîtinên Sûriyeyê hetanî 3 hefteyên din nayên destpêkirin'
    De Mistura hefteya pêş dê biçe Moskovê
    De Mistura bangî Rûsya û Amerîkayê kir:'Bila agirbesta Sûriyeyê têk neçe'
    Staffan De Mistura banga civînek lezgîn kir
    De Mistura û Muelim li hev dicivin
    Etîketan:
    çareserî, hevdîtin, cenevre, daiş, Staffan de Mistura, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de