18:05 24 Hezîran 2018
Hicreya DAIŞê ya Amedê

Wesiyeta DAIŞiyên ku li Amedê hatin kuştin derkete holê

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di 26ê Cotmehê de hêzên ewlehî li Amedê bi operasyonekê bi ser hicreyeke rêxistina terorîst a DAIŞê de girtibûn û di encamê de 7 terorîst hatibûn kuştin û gelek dokuman jî hatibûn bidestxistin.

Navenda Nûçeyan — Di 26ê Cotmehê de hêzên ewlehî li Amedê bi operasyonekê bi ser hicreyeke rêxistina terorîst a DAIŞê de girtibûn û di encamê de 7 terorîst hatibûn kuştin, gelek dokuman jî hatibûn bidestxistin û di nava wan dokumanan de wesîyetên aîdî endamên rêxistinê derketin holê.

Di nivîsandina yek wesiyetê de endamê rêxistinê ji xizmên xwe re "ya hûnê misilman bibin tevlî refên misilmanan bibin, an jî em ê serê we jê bikin û xwîna we biherikînin erdê ku ev ê tiştê herî erzan ê herikandî be."

Xwedayê min ferman kir em derketin cihadê

Di nava dokumanên hicreyê de wesiyetên ku endamên rêxistinê ji malbatên xwe re şandine jî hatin bidestxistin. Endamekî rêxistina terorîst ku di pevçûnê de hat kuştin, di wesiyeta xwe de tiştên balkêş nivîsandibûn.

Endamê terorîst di wesiyeta xwe de daxwazê ji malbata xwe dike ku bi biryar bin û dibêje: "Ez dizanim wê gelek mirovên derewker werin cem we. Ji bo ku ji xeyrî şeriata îslamê me hemû rêvebirên heyî red kirin, em ji terefê dost, heval, qewm û qizmên xwe ve hatin terikandin, eybkirin heta em wekî dijmin hatin îlan kirin. Hinek însan hewkas xwe kêm dixin ku dikarin bêjin dewra cahiliye ji jiyana Îslamî çêtir e. Ew jî dixwazin em wekî wan bibin murted, êdî rika wan ji rihên me yên sunet jî nemaye. Dixwazin en rihên xwe jê bikin û dev ji vê fikra cihadî berdin û me ji rêya xweda dûr bixin. Lê Xweda li hemberî wan cihadê ferz dike, me hicret kir û em ê li hemberî wan cihadê bikin."

Bi heman mijarî:

DAIŞ li Sûriyeyê 800 kurd revand!
DAIŞ bi dehan ciwanên kurd revand!
CIA: Dibe ku DAIŞ planên êrişeke gelemper bike
DAIŞ nahelê ku welatiyên sivîl koçî cihên biewle bikin
‘DAIŞ ji sivîlan bi zorê xwînê digre'
Etîketan:
wesiyeta endamên DAIŞê yên li Amedê hatin kuştin, operasyona hicreya DAIŞÊ, Amedê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de