00:04 22 Sibat 2018
Zindî
    Ala Amerîka

    Demokratên amerîkî qanûna ‘çekan' protesto kirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementoya Amerîkayê amadehiya guherîna qanûna bidestxistina çekan dike ku rê li ber bidestxistina çekan bigre. Lê Partiya Komarparêzan ji vê yekê acizin û nazwazin rê li ber bidestxistina çekan bê girtin. Demokratên amerîkî jî vê helwesta komarparêzan rexne kir û li parlementoyê çalakiya protestoyê li dar xistin.

    Navenda nûçeyan — Li Amerîkayê her sal bi hezaran kes bi guleyên çekan têne kuştin.  Li ser vê yekê demokratên amerîkî dixwaze ku parlemento bi rêya qanûnan rê li ber bidesxistina çekan bigre. Parlementerê bi navê John Lewis yê ku bi têkoşîna xwe ya li dijî bikaranîna çekan tê nasîn û komek parlementerên din li Parlementoya Nûneran, Partiya Komarparêzan rexne kirin û çalakiya protestoyê li dar xistin.
    Lewis helwesta Partiya Komarparêzan bi zimanekî tûj rexne kir û got: ‘Heta ku em tiştekî bikin, wê çend dê û bav bigrîn haya we jê heye?'
    Di 12ê Hezîranê de li Orlandoya girêdayî parêzgeha Floridayê  bi ser bareke LGBTyiyan de êrişa bi çek hate kirin û di encamê de 49 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev êriş qanûnên bidestxistina çekan dîsa anî rojevê û bû sedema gengeşiyan. Lewra li Amerîkayê her sal bi qasî 30 hezar mirov bi guleyên çekan jiyana xwe ji dest didin.

    Lewis qanûnê weke 'qanûna malbatan' binav kir.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Komarparêz:'Mafê kurdan heye dewleta xwe ava bikin'
    Di pêşhilbijartina namzediya komarparêz ya Amerîkayê de Ted Crûz bi ser ket
    Obama: 'Namzedên komarparêz bi Pûtîn nikar in'
    Pûtîn peyama sersaxiyê ji Obama re şand
    Nûnerê Obama: Duh bo DAIŞê rojek xerab bû
    Etîketan:
    orlando, lgbt, şer, çek, john lewis, amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de