10:19 22 Sibat 2018
Zindî
    Îstixbarata Tirkiyayê - MIT

    ‘Lîsteya tasfiye ya MÎTê amade ye'

    © Foto: AA / Arşîv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat diyarkirin ku berê ku pêşnûmeya ku dawiyê li peywirên endamê yên Dadgeha Bilind û Şêwirgeha Dewletê tîne were qebûlkirin, lîsteya ‘kesên dê werin tasfiyekirin' ji bo Wezareta Dadê hatiye amadekirin.

    Navenda Nûçeyan — Bi Pêşnûmeya Dadgeha Bilind ya ku dê di rojên pêş de li Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê were nîqaşkirin, hejmara endamê Dadgeha Bilind ji 516an dadikeve 300 hejmara endamê Şêwirgeha Dewletê jî ji 195an dadikeve 116an. A niha 476 endamên Dadgeha Bilind, 176 jî endamên Şêwirgeha Dewletê heye. Di Dadgeha Bilind de 176 endam di Şêwirgeha Dewletê de jî 60 endam dê ji nû ve neyên hilbijartin û dê wek dadger û dozgerê ji rêzê li bajaran dest bi peywirê bikin.

    ‘JI MÎTê PIŞTGIRÎ HAT GIRTIN'

    Li gorî nûçeyeke rojnameya Cûmhûriyetê derket holê ku di vê çarçoveyê de li Wezareta Dadê lîsteya ‘yên ku dê herin' û lîsteya ‘yên ku dê werin tayînkirin' hatiye amadekirin. Gava ku lîsteya endamên Dadgeha Bilind û Şêwirgeha Dewletê hat amadekirin bi taybetî ji bo endamên ku nêzî cimaetê ji Saziya Îstîxbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) piştgirî hat girtin. Di Dadsegha Bilind de 138, di Şêwirgeha Dewletê de jî 50 endam bi hinceta ku nêzî cimaetê ne, dê ji nû ve neyên hilbijartin.

    ‘SOSYAL DEMOKRAT DÊ WERIN TASFIYEKIRIN, TIFAQA NETEWPEREST Û MIHAFEZEKARAN DÊ WERE AVAKIRIN'

    Herwiha li gorî agahiyên nûçeyê hat destnîşankirin k udi Dadgeha Bilind de nêzî 140 endamên sosyal demokrat hene û dê ji van 38 endam jî ji nû ve neyên hilbijartin. Li gel vê yekê dê dest nedin netewperestan ku ew jî bi qasî 40-50 kes in. Tê ragihandin ku dê bi vî awayî di Dadgeha Bilinde de tifaqeke netewperest û mihafezekar were avakirin. Dîsa di Şêwirgeha Dewletê de jî ji 60 kesên ku dê werin tasfiyekirin, jê 50 endam nêzî cimaetê ne, 10 endamên din jî sosyal demokrat in.

    ‘DÊ RASTERAST LI LIJNEYA HILBIJARTINÊ YA BILIND JÎ BANDORÊ BIKE'

    Ev pêşnûme rasterast dê li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) jî bandorê bike. Bi vê pêşnûmeyê endamtiya 6 endamên ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve û endamtiya 5 endamên din ên ku ji aliyê Şêwrigeha Dewletê ve ji bo Lijneya Hilbijartinê ya Bilind tên hilbijartin, dê betal bibe. Dadgeha Bilind û Şêwirgeha Dewletê dê ji nû ve ji bo Lijneya Hilbijartinê ya Bilind 6 jê esil 4 jî yên neesîl werin hilbijartin. Bi vî awayî YSK jî dê li gorî daxwaza deshilatdariyê were avakirin.

    Tê ragihandin ku YSK ji ber ku ji destpêka hilbijartinê heta qedandina hilbijartinê ji hemû kar û barên wek gendeliyên hilbijartinê, îtîraz û gazincên hilbijrartinê berpirsyar e, mijareke girîng e. Li beramberî vê yekê Serokê YSKê Sadî Guven di bin temînata destûra bilind de ye dê peywira xwe bidomîne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    MIT: Li 1ê Gulanê çêdibe êrîşeka xwekujî çêbibe
    TAYBET- Ji bo leşkerê revandî MIT ketiye nava liv û tevgeran
    YSK: 'Dê sindoqên hilbijartinê li cihê xwe bimînin'
    Wezareta Dadê: Agahiyên derbarê girtiyên DAIŞê de raya giştî eleqedar nake
    Etîketan:
    tasfiyekirin, lîste, Şêwirgeha Dewletê, Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyayê (MIT), Dadgeha Bilind, YSK, Sadî Guven, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de