15:39 19 Hezîran 2018
Mevlut Çavusoglu

Ji Çavuşoglu daxuyaniya Încîrlîkê: "Hatina sivîlan ji bo baregehê ne rast e"

© Foto : AA/ Abdülhamid Hoşbaş
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, li ser daxwaza Şêwirmendê Wezareta Parastina Almanyayê ku dixwaze serdana Încîrlîkê bike got, hatina sivîlan ji bo baregehê ne rast e.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, li ser daxwaza Şêwirmendê Wezareta Parastina Almanyayê Ralf Brauksiepe ku ev demeke dirêj e dixwaze serdana baregeha Încîrlîkê bike ragihand ku hatina sivîlan ên ku ne leşker bin serdana wan ji bo baregehê ne rast e.

Leşkerên Almanya dikarin herin

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di civîna çapemenî ya Wezîrê Derve yê Maltayê George Vella de got: “Heyetên teknîkî û leşkerî yên ku dixwazin herin baregehê diçin. Lê bi taybetî hatina siyasetmedaran ji bo baregeha Încîrlîkê rast nehatiye dîtin. Leşkerên Almanya dikarin herin varegehê.”

Mevlut Çavuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Naveroka bûyerê ev e. Heke tîma teknîkî ya leşkerî bixwaze ji Almanyayê were jixwe li vir leşkerên wan ê bi cih bûyî heye, ji xeyrî wan em hatina kesekî din rast nabînin û ev gelekî zelal e."

Ev provokasyoneke hesabkiriye

Ji aliyê din ve destûr nedana Tirkiyeyê ku nahêle heyeta Almanyayê baregeha Încîrlîkê zîyaret bike li Almanyayê bû sedema nerazîbûnên tund. Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya Tirkî, endamê Partiya Yekîtiya Civakî ya Xristiyanan (SCU) û berdevkê Meclîsa Federal Florian Hahn ragihand ku ev ji hemû mentixê siyasî dûr e û li hemberî welatekî hevalbendê NATOyê bêpirsyarî ye. Ev helwesta Tirkiyeyê provokasyoneke hesabkiriye û ev bandorê li polîtîkayên ewlehî yên Almanyayê dike."

 

 

Agahî tên…

 

 

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu:'Em dikarin bi Rûsyayê re grûba xebatê ya hevpar ava bikin'
Çavuşoglu bersiva armaya YPGê da Amerîkayê:'Ev durûtî ye'
Çavuşoglu ji Lavrovî delîl xwest
Çavuşoglu: ‘Muxalifên sûriyeyî sibê wê li Riyadê bicivin'
Çavuşoglu: ‘PYDê şîretên me bi cih neanîn'
Etîketan:
Tirkiye destûr nade heyeta alman here baregeha Încîrlîkê, Şêwirmendê Wezareta Parastina Almanyayê, endamê Partiya Yekîtiya Civakî ya Xristiyanan (SCU), Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Ralf Brauksiepe, Florian Hahn, George Vella, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de