09:10 24 Sibat 2018
Zindî
    Operasyon - artêşa tirk - leşkerên tirk - şer - pevçûn - leşker

    Li Amedê sewqiyata leşkerî

    © Foto: Yeni Ozgur Politika
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sewqiyata leşkerî ya bo gundên Farqîn, Hezro û Pasûrê berdewam dike. Li herêmê li her 5 kîlometreyan bendeke kontrole hate danîn.

    Amed — Rojên borî li 25 gundên Farqîn, Hezro û Pasûrê qedexeya derketine derve hate ragihandin. Ji bo operasyonên herêmê bi hezaran polês û tîmên taybet sewqî herêmê bûn. Hate gotin ku li her 5 kîlometreyan benden kontrole hatin danîn. Ji duh êvarê de hemû wesayetên derdorê têne rawestandin û kontrola nasnameyan têne kirin.

    Ajansa ANFê da zanîn ku tîmên taybet û polêsên li Hezroyê Fermandariya Cendermeyan ya Navçeyê ji xwe re stargehan ava dikin. Hate ragihandin ku polês û tîmên taybet li Hezroyê li dibistanan bi cih bûn û îro dane sibehê gelek firoke bo operasyonê bi hewayê  ketin.

    Bi heman mijarî:

    Qedexeya li Amedê hat berfirehtirkirin
    Fezlekeyên parlamenterên HDPê şandin serdozgeriya Amedê
    Raporta ewlehî ya Amedê: "DAIŞê li dijî Tirkiyeyê cihad îlan kir"
    Ji Reqqayê 15 xwekuj şandine Amedê
    Li Amedê fotografên ‘Êzdiyên Şengalî' tên pêşkêşkirin
    Etîketan:
    şer, operasyon, leşker, pasûr, hezro, farqîn, AMED, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de