11:21 23 Hezîran 2018
Artêşa Sûriyeyê

Rûsya: "Li Sûriyeyê 7 caran agirbest hat îxlalkirin"

© Sputnik / Ilya Pitalev
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 7 caran agirbest hat îxlalkirin û herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 159an.

Navenda Nûçeyan - Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 7 caran agirbest hat îxlalkirin, her wiha li Hûmsê bi nûnerên niştecihên herêmeke din re jî peyman hat çekirin û bi wê re herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 159an.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya malpera înternetê de ragihand ku milîtanên Ceyş-ul Îslamê li herêmên Erbîl, Hauş Harab, Huteyta el Caraş, Harasta û Bleliye ya Şamê bi top û hawanan êrişê çeperên hêzên Artêşa Sûriyeyê kirin.

Her wiha li gorî daxuyaniyê, terorîstên El Nûsrayê bi top, hawan û çekên giran herêmên Şam, İdlîb, Dera û Hemayê bombebaran kirin.

Ji aliyê din ve 5 ton û 500 kîlo amûrên alîkariya însanî li herêma Hûmse El Karyateyn û li herêma Lezqiyeyê jî li Ayn El Cauz û li niştecihên Blatayê hat belavkirin.

Bi heman mijarî:

3 DAIŞî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê hatin girtin
'Tirkiye û Sûriye nêzîkî hev dibin'
Robert Fisk bertek da raporta NY ya ‘li Sûriye cixarekêşî': Man hûn şerm nakin?
Pentagon: Sûriye û Rûysa ber bi Reqqayê ve diçin
Sûriye: Erîşen Helebê bi alîkariya Tirkiyê çêdibin
Etîketan:
Îxlalkirina agirbestê, Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Lezqiye, Hûms, Şam, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de