15:38 19 Hezîran 2018
Bajarê Ûrmiyeyê

Ew bajarên Kurdistanê 29 caran hejiya

© Foto : Arşiv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarên Xoy û Selmasê yên Kurdistana Rojhilat û deverên derdora wan bi dehê caran hejiya.

Xoy — Duhî li bajarê Xoyê li eyaleta Urmiyê ya Kurdistana Rojhilat, du caran erd bi tundî hejiya. Cara yekem piştî nîvro bi 4.3 pîleyan hejiya, cara duyem jî bi 4.5 pîleya û bi şev hejiya.

Li gorî agahiyan, piştî wan her du erdhejên tund, zêdetirî 27 carên din erd hejiya û ji ber wê jî tirsek mezin ket nav xelkê û şeva borî piraniya xelkê bajêr li derve man.

Li bajarê Selmas û navçeya Sîlwana ya Urmiyê jî di heman wextan de erd hejiya. Her çiqas erdhej li wan deran bi tundiya Xoy nebû, lê xelkê wan bajaran jî tirsiyan û bi şev li derve man.

Kesekî li nav bajarê Xoyê, li ser rewşa dawî ya bajêr ragihand ku ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehatiye lê hinek welatî ji tirsa ku dê cardin erd biheje, çûne mala mirovên xwe li gund û navçeyên derdora bajêr.

Bi heman mijarî:

URMIYE - Du girtiyên siyasî yên kurd avêtin hucreyên takekesî
Rejima Îranê li Urmiyeyê 4 kurd îdam kirin
Girtîgeha Urmiyeyê 5 salên din li cezayê siyasetmedarê kurd zêde kir
Hemşîreyên Urmiyeyê çend meh in bêyî miaş dixebitin
Li Ûrmiyeyê di 8 mehan de 840 kes bi awayekî neasayî hatin kuştin
Etîketan:
bajarên Kurdistanê 29 caran hejiya, Li bajarê Xoy û Salmasê erdhej, Ûrmiye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de