22:52 25 Hezîran 2018
Şervanên YPJê

Roj tune ku li Rojava bi dehan terorîst nayên kuştin

© Foto : Pukmedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gundê Qenat El-Şêx Tebaş bi dehan terorîst hatin kuştin û termê 15 terorîstan tevî miqdarek ji çek û cebilxane ket dest şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.

Minbic — Operesyona Fermandar Feysel Abû Leyla ya rizgarkirina Minbicê ji terorîstên DAIŞê di roja xwe ya 23an de bê navber didome. Şevê din şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Meclisa Leşkerî ya Minbicê gundê Qenat El-Şêx Tebaş ê kîlometrokê dikeve başûrê Çerxeriya El-Şerîa ya li ser rêya Minbic û Helebê ji rêxistina terorîst a DAIŞê hat rizgarkirin.

Di pevçûnên ku li gund qewimîn de bi dehan terorîst hatin kuştin û di lêgerîna şervanan a li gund de laşê 15 terorîstan ket destê şervanan kurd.

Her wiha miqdarek ji çek û cebilxane ku ji " 7 çekên keleşkof tevî 500 guleyên wê, 100 rextên leşkerî, 5 kemberên xwukujiyê, rokêtavêjek (RPG)tevî 4 heşwên wê, hawanek, 300 guleyên BKC û 6 bombeyên destan" pêk dihat, ji aliyê şervanên kurd ve hatin desteserkirin.

 

 

Bi heman mijarî:

HSDê ketin embarên genimî yên Minbicê
Li bajarê Minbicê şerekî dijwar: Herî kêm 30 kuştî
Li Minbicê wesayetek bombebarkirî teqiya
DAIŞê li Minbicê êrîş kir: 28 şervanan jiyana xwe ji dest da
Şervanên kurd li Minbicê êrişeke mezin a DAIŞê têk birin: 142 kuştî
Etîketan:
Operesyona Fermandar Feysel Abû Leyla, Operasyona rizgarkirina Minbicê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD), YPG, Minbic, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de