18:22 25 Sibat 2018
Zindî
    Operasyona hêzên dewletê

    Amadehiyên operasyona şer: Li 39 gundên navçeyê derketina derve hat qedexekirin

    © Foto: AA/ Yusuf Batı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li 39 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karaz ên bajarê Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

    Amed — Walîtiya Amedê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku dê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyon werin destpêkirin. Li gorî daxuyaniyê, li 35 gundên navçeya Licê, 3 gundên navçeya Karaz û 1 gundê navçeya Hezro yên girêdayî parêzgeha Amedê qedexeya derketinê hatiye ragihandin.

    Walîtiya Amedê ragihand ku qedexe îro saet 03:00an ve dest pê kiriye û dê heya derketina daxuyaniyek din a walîtiyê berdewam be. Herwiha di heyama qedexebûna wan cihan de, dê ew cih ji hatinûçûna xelkên sivîl re girtî be.

    Biryar e hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li wan cihan dest bi operasyonên li dijî PKKê bikin, ku dê balafirên şer jî di operasyonan de beşdar bin.

    Bi heman mijarî:

    Li Bêşebabê qedexe hate rakirin
    Li Entabê herêmên qedexe hatin ragihandin
    Qedexe li Mêrdînê berfireh bû
    Li Colemêrgê qedexe berfireh dibe
    Li Navçeya Farqînê qedexe rabû
    Etîketan:
    Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Amadehiyên operasyonê, Walitiya Amedê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de