15:50 25 Gulan 2018
Cumhurbaşkanı Recep Tayyip Erdoğan ile Hamas Siyasi Büro lideri Halid Meşal.

Hamas: Tirkiyeyê dev ji rakirina dorpêçkirinê ya Xazzeyê berda

© Foto : Cumburbaşkanlığı
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rayedarên Hamasê yên ku rêveberiya Xazzeyê di destên wan de ne, gotin di pêvajoya normalîzekirina peywendiyên Tirikiye û îsraîlê de, Tirkiye dev ji şertê rakirina dorpêçkirina Xazzeyê berda.

Navenda Nûçeyan — Rojnameya Îsraîlê Jerûselam Post ragihand ku rayedarên Hamasê ji rojnameya Erebî ya Raî el Yûm re axivîne û gotine Tirkiye amade ye ku di mijara Xazzeyê de şûnde gav bavêje û li hemberî rêxistinê bergiriyan bigire.

Nûnerên Hamasê yên ku navên wan nehat ragihandin, anîn ziman ku "Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di mijara rakirina dorpêçkirinê de ji bo rêveberiya Hamasê çi ji destê wî hat, kir lê hikumeta îraîlê bi inyad van teşebusan redkirin." Dîsa rayedaran got "Erdogan di hevdîtinên normalîzekirinê de yên bi îsraîlê re, mecbûr e ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê pêşketinan bi dest bixe."

‘SERDANÊN HAMASÊ YÊN JI BO TIRKIYEYÊ HATIN SEKINÎN'

Li hemberî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû ya wek "bêyî Hamasê aşitiya mayînde ne pêkan e", wan rayedarên Hamasê anîn ziman ku ew li bende ne ku Tirkiye ji bo pêşxistina hevdîtinên bi îsraîlê re, li hemebrî rayedarên Hamasê yên li Tirkiyeyê bergiriyên tund bigire.

Jarûselam Post jî diyarkir ku di demên dawî de serdanên rayedarên Hamasê yên payebilind yên ji bo Tirkiyeyê sekinîne û serekê Hamasê Xalid Meşal jî beşdarê kongreya AKPê ya ku meha borî hat lidarxistin, nebû.

 

Bi heman mijarî:

Hamas dê 13 kesan li ber çavên gel dardebike!
Filîstîn dê bibe endamê INTERPOLê!
Filîstîn: '7 kuştî û bi 100an birîndar'
Çavûşoglû: Bêyî Hamasê aşitiya mayînde ne pêkan e
Etîketan:
rakirin, dorpêçkirin, Wezareka Karê Derve ya Tirkiyê, Hamas, Mevlût Çavuşoglu, Tirkiye, Îsraîl, Xazze
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de