07:00 19 Sibat 2018
Zindî
    al-kurd-ala kurda

    Amadekariya federalîzmê li Rojavayê

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevseroka Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê Ilham Ehmedê ragihand ku bingehên federasyona rojava-bakurê Sûriyeyê temam e û ew dixwazin ji nû ve diyalogê bi Enqereyê re deynin.

    Navenda Nûçeyan — Ilham Ehmed bi beşê tirkî yê DWê re axivî û ragihand ku amadekariyên herêmeke federatîv li bakurê Sûriyeyê tên kirin û bi hilbijartin, rêkeftin û civîneke giştî dê xelas bibin.

    Hevserokê HSDê diyar kir ku ew li hêviya alîkariya Amerîka û Ewropayê ne ta ku bikarin DAIŞê xelas bikin û ragihand ku têkiliyên wan bi Rûsyayê re jî hene.

    "XELASKIRINA DAIŞÊ, JI XÊRA TIRKIYEYÊ RE YE JÎ"

    Ehmedê teqez kir ku ewlehî û istiqrara Sûriye û Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ye û xelaskirina DAIŞê dê ji xêra Tirkiyeyê re be jî û wiha dewam kir: " Ji destpêka şerê Sûriyeyê de, diyaloga me bi Tirkiyeyê re hebû lê piştî piştgiriya Tirkiyeyê ji DAIŞê re, ew diyalog xera bû".

    Hevserokê MSDê di dawiyê diyar kir ku ew wek kurdên Sûriyeyê dixwazin têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re deynin û cîraniyeke baş bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Federasyona Rojnamevanan a Ewrûpayê: Tirkiye zextê bêhtir li çapemeniya kurd dike!
    Robert Ford: Federasyona kurdan dê berdewam bike
    PDKS: Federalîzm Sûriyeyê perçe nake
    Hediye Yusuf:'Amadehiyên federalîzmê dê 6 mehan bidomin'
    Zaxarova:'Nebûna kurdan li Cenevreyê dibe sedem ku federalîzmê îlan bikin'
    Hukimeta Sûriyê federalîzmê red kir: Wê bi ser nekeve
    Etîketan:
    federasyon, Deutsche Welle (DW), DAIŞ, Ilham Ehmed, Sûriye, Ewropa, Amerîka, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de