13:57 22 Hezîran 2018
Abdulah Ocalan

'Kurd, Amerîka û Tirkiyeyê li ser girtîgeha malê ji bo Ocalanî li hev kiriye'

© AP Photo / Abdurrahman Antakyali
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Hat îdiakirin ku Amerîka, Tirkiye û rayedarên HSDyê berî operasyona Minbicê, li Baregeha Incırlikê civiyan û di wê hevdîtinê de, Amerîkayê Tirkiye qanî kiriye ku rewşa Ocalanî bê başkirin û pêvajo ji nû ve dest pê bike.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ku di malpera libnanî ya Mihemed Belûtî nivisiye, Rayedarên amerîkî, tirk û yên kurd ji HSDê li baregeha leşkerî ya Incirlîkê civiyane.

Li gorî nûçeyê, biryara operasyona Minbicê piştî wergirtina bendava tişrînê hatiye dayîn û bi lihevkirina kurd, amerîka, Tirkiye û heta astekê ya Rûsyayê pêk hatiye lê sedema ku di cih de dest pê nekir, ew bû ku Tirkiyeyê digot, em ê wê deverê ji DAIŞê paqij bikin.

AMERÎKA NEXWEST RAWESTE

Belût di nivîsa xwe bi bîr tîne ku Generalê Amerîkî Joseph Votelî di 21ê Gulanê de serdana Kobaniyê kiribû û dûre jî serdana Tirkiyeyê kiribû û di wê serdanê de bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî re jî hevdîtinek pêk anîbû.

Votel di 22ê Gulanê de hatibû Tirkiyeyê. Hevdîtina Erdogan û Obamayî di 18 heman mehê de pêk hatibû û wê çaxê dihat gotin ku Obama Erdogan ji bo operasyona Minbicê qanî kiriye. Bi vî awayî Votel jî gotinên Obamayî gihandibûn Erdoganî î gotibû êdî dem hat û Amerîka nikare zêdetir raweste.

"SOZA KU EFRÎN Û KOBANÎ NEBE YEK"

Ji aliyekî din ve nivîs diyar dike ku Amerîka ji bo operasyona Minbicê, li baregeha Incirlîkê hevdîtinek li dar xistiye û rayedarên HSD, Tirkiye û Amerîkayê beşdar bûn ku Ebû Leyla bi xwe jî tê de bû. Herwiha di heman civînê de, derbarê şerê PKKê û Tirkiyeyê de jî hatibû axiftin û pêgav hatibûn avêtin.

"OCALAN DÊ DERKEVE GIRTÎGEHA MALÊ"

Herwiha nûçe îdia dike ku Amerîka Tirkiye qanî kiriye ku Ocalanî derxîne zindana malê ta ku bikarin bi kesayetên kurd re hevdîtinan pêk bîne û dûre jî pêvajo ji nû ve dest pê bike.

Di berdewamiya nivîsê de, Belût diyar dike ku Tirkiye xwe li ber giraniya kurdan di operasyona Minbicê de ker dike û berevajî gotinên Erdoganî, eger rojekê Sûriye perçe bibe, Tirkiye dê dijî keyaneke kurdan dernekeve.

Bi heman mijarî:

Şervanên kurd rêya sereke ya Minbic û Helebê kontrol kirin
Şervanên YPGê û HSDê rêya Minbic û Cerablusê rizgarkirin
Erdogan: Minbic ne ya kurdan e
Amerîka: Minbic navenda xwekujên DAIŞê ye
Minbic - Fermandarekî DAIŞê hat kuştin 32 jî birîndar bûn
Etîketan:
lihevkirin, Mihemed Belût, Abdullah Ocalan, Recep Tayyip Erdogan, Joseph Votel, Rûsya, Rojava, SÛRİYE, Minbic, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de