08:58 24 Sibat 2018
Zindî
    YPG

    Li kantonên Rojava ji bo zilaman leşkeriya mecbûrî

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Rojava li kantonên Kobanê, Efrîn û Cizîrê yên di destên PYDê de ne, qanûna leşkerî ya mecbûrî derket. Cigîrê Wêzîrê Parastinê yê Kantona Kobanê Ocalan Îso diyarkir ku li kantonan her zilamê ku temenê wî di navbera 18 û 30 salî de ye, dê leşkeriya mecbûrî bike.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên PYDê hat bidest xistin, ji ber êrîşên li hemberî Kobanê, Efrîn û Cizîrê PYD li her sê kantonan qanûna leşkerî ya mecbûrî ya ji bo 9 mehan derxist. Hemû karûbarên di derbarê leşkeriya mecbûrî de ji aliyê Wezareta Parastinê ve tên kirin.
    Di derbarê qanûna leşkerî ya mecbûrî de ku li Rojava li kantonên di destên PYDê de ne, kete meriyetê Cigîrê Wezareta Parastinê ya Kantona Kobanê Ocalan Îso agahî dan Sputnikê.

    "JI BO JINAN MECBÛRIYET TUNE YE LÊ GER KU BIXWAZIN DIKARIN LEŞKERIYÊ BIKIN"

    Îso diyarkir ku qanûna Erka Parastinê li Cizîr, Efrîn û Kobanê hat derxistin û wisa axivî:

    "Qanûna Erka Parastinê ji aliyê Dîwana Edaletê ya Kantona Kobanê ve vê mehê hat derxistin. Hewceyî bi vê qanûnê çêbû. Li hemberî êrîşên DAIŞ û rexistinên terorê yên din divê em amadebin. Divê em gel perwerde bikin. Li her dera Federsayona Rojava-Bakurê Sûriyeyê va pêkanîna dê hebe.Ereb, Tirkmen û aliyên din jî dê ji vê leşkeriyê berpirsyar werin girtin. Perwerdehiya Erka Parastinê mecbûriyetek e. Her zilamê ku temenê wî di navbera 18 û 30 salî de ye dê ji vê perwerdehiyê berpirsyar were gritin. Malbat dikarin rojeke hefteyê werin zarokên xwe yên li leşkeriyê ziyaret bikin. Ji bo kesên ku perwerdehiya xwe ya leşkerî ya 45 rojan temam bikin, dê 3 rojan mafê destûrê were dayîn. Piştî perwerdehiya leşkerî ya 45 rojan kesên leşker dikarin 5 rojan destûrê bi kar bînin. Em dê mehane 25 hezar pereyê Sûriyeyê bidin her leşkerî. Kesên ku leşkeriya mecbûrî bikin, dê 45 rojan perwerde bibin û 9 mehan leşkeriyê bikin. Ger ku di malbatekê de 5 kes hebin û ji wan yek leşker be, piştî ew ê leşker perwerdehiya xwe temam bike, yê din dê dikaribe leşkeriyê bike. Ji heman malbatê du bira di heman demê de ne mecbur in ku leşkeriyê bikin. Ger ku birayek li leşkeriyê be, yê din dikare tecîl bike. Ji leşkeriya mecbûrî jin ne berpisryar in lê ger ku bixwazin dikarin leşkeriyê bikin an jî li dera ku lê dijîn dikarin bikin."

    ‘LI KOBANÊ GEL BI KÊFXWEŞÎ HAT LEŞKERIYÊ BIKE'

    Îso ragihand ku li Kobanê serdema perwerdehiya erka parastinê ya yekemin duh bi beşdariya 200 ciwanan destpêkir û gotina xwe wisa domand "Li Kobanê gel bi kêfxweşî hat leşkeriyê bike. Malbatan zarokên xwe anîn navenda leşkeriyê. Gel perwerdehiya erka parastinê bi govendê pîrozkir. Serîlêdaneke zêde heye. Gel naxwaze di artêşa Sûriyeyê de an jî li dereke din leşkeriyê bike."

    ‘DI TÊKOŞÎNA BI DAIŞê RE DÊ DI QISMÊ DUYEMÎN YÊ ENIYÊ DE CIH BIGIRIN'

    Îso anî ziman ku kesên leşkeriya mecbûrî bikin rasterast dê di têkoşîna li hemberî DAIŞê de cih negirin lê wexta ku hewce bike dê di eniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bibin alîkar û wisa got "dê di qismê duyemîn yê eniyê de cih bigirin. Kesên ku leşkeriya mecbûrî dikin dê gund û niştecihên kantonan biparêzin. Dê cihên ku HSDê azad kiriye biparêzin û dê ewlehiya sînorê Rojava pêk bînin."

    Bi heman mijarî:

    PYD: Pêwîst e, em Kurdistana Sûriyeyê ji Efrînê heta sînorê Iraqê bikin yek
    PYD: Reqqa wê bibe beşek ji herêma kurd a federal
    PDK û PYD bi hev re diçin Rûsyayê
    PYD li Moskovayê ofîsa xwe vedike
    PYD: ‘Em encama Cenevreyê nasnakin'
    Etîketan:
    zilam, mecbûrî, leşkerî, HSD, PYD, Ocalan Îso, Cizîr, Sûriye, Rojava, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de