16:50 25 Hezîran 2018
rojnamevan

‘Rojnamevanên sûriyî li Tirkiye ne di ewlehiyê de ne'

© AFP 2018/ MUSTAFA OZER
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

RSF (Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas), diyar kir ku rojnamevanên sûriyî yên ku ji Sûriyeyê direvin û derbasî welatên Tirkiye, Ûrdin û Lûbnanê dibin ne di ewlehiyê de ne.

DAIŞ
© REUTERS / Stringer/Files
Navenda nûçeyan — RSF di daxuyaniya xwe de got: ‘Bi sedan rojnamevanên profesyonel û amator, ji ber şer û pevçûnan welatên xwe diterikînin. Lê gelek ji wan li welatên ku penaber dibin jî ne di ewlehiyê de ne û di rewşên gelekî dijwar de ne.'
RSF bi 24 rojnamevanên sûriyî re hevdîtin kir û diyar kir ku rojnamevanên sûriyî têne tehdît kirin û dewlet wan naparêze. Lewra ew di mijara parastina yasayî de pêrgî newekheviyan tên. Hate gotin ku rojnamevanên sûriyî gelek caran bê sedem têne girtin û têne dersînorkirin.
Li gorî agahiyên RSF ji sala 2011an heta niha 51 rojnamevanên profesyonel û 144 rojnamevanên amator hatine kuştin û bi dehan rojnamevan jî ji aliyê terorîstan ve hatine revandin.
Hêjayê gotinêye ku di demên dawîn de li Tirkiyeyê 4 rojnamevanên sûriyî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin kuştin.

Bi heman mijarî:

DAIŞ bi dehan ciwanên kurd revand!
CIA: Dibe ku DAIŞ planên êrişeke gelemper bike
DAIŞ nahelê ku welatiyên sivîl koçî cihên biewle bikin
‘DAIŞ ji sivîlan bi zorê xwînê digre'
DAIŞ gundê ser sînorê Tirkiye teslîmî cîhadîstan kir
Etîketan:
talûke, sûriyî, kuştin, rojnamevan, daiş, rsf, lûbnan, ûrdin, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de