22:19 20 Hezîran 2018
Sînor

MSDê ji bo komkujiyên Tirkiyeyê bangî NYyê kir

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Meclisa Sûriyeya Demokratîk, komkujiya dewleta Tirkiyeyê li ser sînorê Idlibê şer mazerkir û bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku lêpirsînê bide destpêkirin û Tirkiyeyê hişyar bike ta ku destwerdanê di meseleyên Sûriyeyê de neke.

Navenda Nûçeyan — MSDê daxuyaniyeke nivîskî derbarê kuştina Tirkiyeyê ji 11 sivîlên sûrî de da û tê de Tirkiyeyê şermezar kir û bangî Neteweyên Yekbûyî kir ku lêpirsînê di vê bûyerê de bê kirin ta ku van kiryar û komkujiyên dewleta Tirkiyeyê tîne serê sivîlan li ser sînorî rawestîne.

Herwiha di berdewam daxuyaniyê de, bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku Tirkiyeyê hişyar bike ku destwerdanê di meseleyên Sûriyeyê yên navxweyî de neke.

Ji aliyekî din ve, daxuyaniyê teqez kir ku Tirkiye bi behaneya parastina sînorên xwe, bi metreyan dikeve hundirê sînorê rojavayê û ev rewş raya giştî gelekî aciz û nîgeran dike.

Berî niha hatibû ragihandin ku leşkerên tirk 11 kesên ku dixwest ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyê bibin gulebaran kirine û ew giş kes kuştine.

Bi heman mijarî:

Tirkiye êrişa xwe ya ser Rojava didomîne: 2 kuştî
Tirkiye nehîşt şandeya Rojava beşdarî kongreya HDPê bibe
Tirkiye li Rojava êrîşî baregehên YPGê dike
Tirkiye li sînorê Rojava xendekan dikole
Dewleta Tirkiye li dijî Rojavayê planên êrişan dike
ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
Etîketan:
kuştin, Neteweyên Yekbûyî, NY, MSD, Idlib, Tirkiye, Rojava, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de