19:18 19 Hezîran 2018
Deriyê Sînor

‘AKPê çavên xwe ji çûnhatina ji bo Sûriyeyê re girt'

© REUTERS / Abdelrahmin Ismail
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Ji aliyê Komisyona Lêkolîn a Pirsgirêkên Koç û Koçberan ya CHPê ve raporek hat amadekirin û di raporê de di gelek mijaran de li hikumeta AKPê rexne hat girtin.

Enqere — Komisyonê di raporê de da zanîn ku di dema derbasbûna ji Sûriyeyê bo Tirkiyeyê de rewşeke koasê çêdibû û va rewşa, di serî de DAIŞ, ji aliyê gelek rêxistinên terorê ve hat bikaranîn. 

Di raporê de hat diyarkirin ku bi milyonan Sûriyeyî ji bo derbasî Tirkiye û Ewropayê bibin, cih û warê xwe terikandine û koçber bûne. Di raporê de hatiye gotin ku Tirkiye di dema derbasbûna sînor de bergiriyên ewlehiyê yên hewce negirtine,rewşeke kaosê çêbûye û di serî de endamên DAIŞê û endamên rêxistinên terorîst ên din va rewşa kaotîk ji bo derbasbûna ji Sûriyeyê bo Tirkiyeyê bikar aniye.

Li gorî raporê qaçaxçitiya mirovan ya ku di ser koçberan re, li cîhanê bûye wek sektorekê û aliyê wê yê aborî di her salekê de 40 milyar dolarî dibîne. Nêzîkê 10 milyar dolarê vî 40 milyar dolarî tenê ji Tirkiyeyê tê. Herwiha di raporê de hat destnîşankirin ku di têkoşîna li hemberî qaçaxçitiya mirovan de Tirkiye bi ser neketiye.

Dîsa Komisyonê di raporê de anî ziman ku rêveberên payebilind yên rexistinên terosrîst yên wekî DAIŞê ji bo rêxistkirina endaman gelek caran hatine Tirkiyeyê û vegeriyane û hikumeta AKPê jî li hemberî vê yekê bêdeng maye.

Bi heman mijarî:

Geverî: ‘CHP piştgiriyê neke jî em ê bi tena serê xwe herin Dadgeha Destûrî'
CHP:'Şerê nava AKPê wê hê jî mezin bibe'
CHP: Rewşa Sûrê ne diyar e û xelk bitirs e
CHP ji bo doza Saraf diçe Amerîkayê
Ji Demirtaş bo serokên CHP, MHP û AKPê bang
Etîketan:
rexne, terorîst, koçber, komisyon, CHP, DAIŞ, Ewropa, Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de