13:57 19 Hezîran 2018
Demirtaş

Demirtaşî bersiva serokwezîrê Tirkiyeyê da

© REUTERS / Ümit Bektaş
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku Serokwezîrê Tirkiyeyê şaredariya Wanê bi “ alîkariya terorê” tawanbar kir, Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaşî bersiva da û got, “ew pere, bedelên elektirîk, av, gaz û paqijiya du salan a qesra we ye”.

Enqere — Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş li Enqereyê di civîna koma partiya xwe ya parlementoyê de, derbarê girtina gerînendeyên nobedar de axivî û got, "wiha diyar e ku lîsteyeke reş di destê efendî de heye. Operasyona girtin, tolhildan, tehdîd û tirsandinê ye. Yana her dadwer dizane ku nabe kes di vê dozê de bê girtin."

Bînalî Yildirim
© AP Photo / Eckehard Schulz
Herwiha Demirtaşî rexne li gotinên Yildirmî derbarê şaredariyê Wanê de ku gotibû "400 tirlyon ji şaredariyê re tê, gelo çi xizmetê ji Wanê re dike? Em ê van pereyan ji çavên wan derxînin" girtin.

Hevserokê HDPê bersiva gotinên serokwezîrê tirk wiha da, "Ev pere, pereyên du salan ên av, elekirîk, gaz û paqija qesra we ye".

Ji aliyekî din ve, Demirtaş derbarê perwirdarkirina kayyûman li şaredariyên HDPê de wiha axivî: "Ev sal in ku hûn mufetişan dişînin şaredariyên me, bi rojan digerin lê yek delîl jî di destên wan de tine. Dibêjin em ê kayyûm deynin ser şaredariyên we, bira, eger ji ber diziyê kayyum ji cihekî re lazim be, ew der jî qesra we ye".

Bi heman mijarî:

DBP: AKPê dixwaze dest dane ser şaredariyên me
Ji bo Şaredariyên HDPê pêşnumayek hat amadekirin
Ji AKPê hemleya birîna budçeya şaredariyên HDPê
Şaredariya Pirsûsê navê ‘Arîn Mirxan' da parkekê
Polêsan bi ser şaredariya Bazîdaxayê de girtin!
Cara yekemîn misilmanek bû serokê şaredariya Londrayê
Etîketan:
elektirîk, qesr, dizî, şaredarî, HDP, Binali Yildirim, Selahettin Demirtaş, Enqere, Wan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de