02:51 24 Hezîran 2018
Kurdistana biçûk 1

Bazara jinan an jî ‘Kurdistana biçûk"

© Sputnik / Cesîm Îlhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Bajarê Stenbolê yê ku mêvandariya gelek çandên cuda dike, dibe govanê medbexa kurdî ya ku sifreyên fitarê li "Bazara Jinan" a li navçeya Fatihê dixemilîne.

Cesîm Îlhan

Stenbol — Bazara Jinan cihê Remezanê ye yê ku her kes diçê. Piraniya mirovên vê derê, esnafên kurd in ên ku ji bajarên kurdan hatine. Bi giştî Sêrt, Amed, Bedlîs, Semsûr, Mûş, Êlih, Mêrdîn û Rihayî ne…

Kurdistana biçûk 3
© Sputnik / Cesîm Îlhan
Kurdistana biçûk 3

Ji ber van taybetmendiyên bazarê, navê "Kurdistana Biçûk" lê hatiye kirin. Bazara Jinan, cihekî wiha ye ku saziyên alîkarî û civakî yên kurdan, medreseyên kurdan, kûrsên zimanê kurdî, kovar û rojnameyên kurdî lê ne.

LI SER TABÛREYÊN, DEMBIHÊRKÊN WELATÎ

Ji berhemên tên firotin bigirin, heta hûn di cil û bergên muşteriyan, tabûreyên qehwexaneyan û xwarinên xwaringehan re derkevin, bêhna Kurdistanê ji her tiştî tê.

Mirov dikare hemû berhemên hewyanan û riwekan li vê bazarê peyda bike. Tûtina Mûş, Bedlîs û Semsûrê û xwarinên wek penêrê Wanê yê birewk, tawa sacê ya Amedê, şêraniya Sûrê û kebab û kufteya çîgê ya Rihayê û buryaniya Sêrt û Bedlîsê li wê bazarê peyda dibin.

"ROJNAMEYA BILING" A KURDAN E

Çîkufteya pir honandî, ji destê hostêyên kurd xweş tê xwarin.
© Sputnik / Cesim İlhan
Çîkufteya pir honandî, ji destê hostêyên kurd xweş tê xwarin.

Ji ber ku her rojê kesên ji Kurdistanê tên û diçin, berê xwe didin vê bazarê û nûçeyan ji welatî bi xwe re tînin, ev bazar bûye "rojnameyeke biling". Piştî ku hûn Kemera Bozdoganê derbas dikin, hûn ê di bin siya kemberên kevirî yên serdema Împeratoriya Romayê de, sifreyên fitarê yên bi xwarinên kurdan xemilandî bibînin.
Ji mêj de, bi taybetî kurdên ku ji Kurdistanê hatine, gelek xwaringeh, dikanên qesabiyê, firoşgehên buharatan û qehwexane li derdora wê deverê ji xwe re vekirine

NAVÊ WÊ JI KÛ TÊ?

Li gel ku sedema vê binavkirinê baş nayê zanîn jî, hinek çavkanî, dibêjin ku ev der di dema Osmaniyan de, wek bazara jinên kole dihat bikaranîn. Nerîneke din heye ku dibêje, ji ber ku jinan ev dever ji bo kirîn û firotinê tercîh dikir, ev nav lê hatiye kirin.

Kurdistana biçûk 2
© Sputnik / Cesîm Îlhan
Kurdistana biçûk 2

Yek ji cihên ku herî zêde tê tercîhkirin, Sur Ocakbaşi ye. Kufteya çîgê li vir bê goşt tê çêkirin. Herwiha nanê pêçîkirî yê ku bi xwarinê re didin, di firina kevirî de li ser agirê êzingan tê çêkirin. Dew jî di taseke metalî de tê ber muşterî. Herwiha şêraniya bi şerbet û penêr tê ber we ku heta sor bibe tê bijandin, ew jî Kunefe ye.

Ahmet Ustayê Sur Ocakbaşiyê, dibêje ku ew melzemeyan ji Amedê tînin. Ahmet Usta diyar dike ku xelk bi piranî ji bo ku Buryaniyê bixwin tên wê derê lê ew bi berhemên organîk ên bêhempa xizmetê didin hemû miletan.

Bi heman mijarî:

Helbestvanê kurd ji bo bê dermankirin çû herêma Kurdistanê
Mamosteyên zimanê kurdî dest bi kar kirin!
Dibistana ku bi zimanê kurdî perwerde dida hate girtin
Li Zanîngeha Mehabadê dersa zimanê kurdî destpê dike
Kirmanşanî: 'Daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî dikin'
Etîketan:
Kurd, kurdistana biçuk, Bazara Jinan, rojnemevan, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de