06:20 20 Sibat 2018
Zindî
    ebû emced-meclisa leşkerî ya minbicê

    Ebû Emced: Me bi alîkariya gel, gund ji terorîstan paqij kirin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbincê Ednan Ebû Emced diyar kir ku hêzên wan ên mudaxeleya lezgîn, gundên Cib El-Eşra, Xirbet El-Eşra, Xirbet El-Rûs, Neîme û Cib El-Şêx, bi alîkariya gelên herêmê ji terorîstan paqij kirin.

    Minbic — Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbincê Ednan Ebû Emced derbarê operasyonên rizgarkirina gundên herêma Minbicê de ji ANHAyê re axivî û diyar kir ku kedeke mezin ya gelê gundiyan di rizgarkirina gundan de heye. Lewra şêniyên gudn wan ji terorîstan haydar kirine û li ser vê yekê wan ji li wan gundên navborî operasyona rizgarkirinê dane destpêkirin.

    Ebû Emced da zanîn ku di encamê de gundên Cib El-Eşra, Xirbet El-Eşra, Xirbet El-Rûs, Neîme û Cib El-Şêx, bi alîkarî û hevkariya şêniyên gund ji terorîstan hatin paqij kirin.

    Ebû Emce destîşan kir ku şervanên wan di warê şerê li hemberî terorîstan de bûne xwedî tecrûbe û ev yek jî roleke mezin di têkbirina terorîstan de dilîze.

    Fermandar Ebû Emced, di dawiya de da zanîn ku  terorîstên DAIŞê ji sedî 70 ji hêza xwe li gundewarê Minbicê wenda kirine.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê li Minbicê êrîş kir: 28 şervanan jiyana xwe ji dest da
    Şervanên kurd li Minbicê êrişeke mezin a DAIŞê têk birin: 142 kuştî
    Bi hezaran sivîl li Minbicê hatin rizgarkirin
    Şervanan gundekî din ê Minbicê rizgar kirin
    Li Minbicê li dijî hedefên DAIŞê 9 êrişên hewayî
    Li Minbicê 22 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    leşkerên minbicê, gund, rizgarkirin, alîkarî, Ednan Ebû Emced, rojava, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de