16:33 25 Hezîran 2018
îlham ehmed

Îlham Ehmed: Revandina sivîlên kurd lîstikeke metirsîdar e

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokrat (MSD) Îlham Ehmed revandina sivîlên kurd ên li gundên Heleb û herêma Şehbayê, weke sûcê mirovatiyê bi nav kir û ragihand ku ev lîstikeke metirsdar ya DAIŞê ye.

Navenda nûçeyan — Îlhan Ehmed di hevdîtina xwe ya ANHAyê de diyar kir ku DAIŞê û terorîstên komên girêdayî Konseya Sûriyeyê (SUK) ji gundên Helebê û herêma Şehbayê sivîlên kurd direvînin û li pey planên metirsîdar in. Lewra terorîst bi vê yekê dixwazin ku kurdan bi temamî ji herêmê derxînin û bi vê yekê dixwazin di nava gel de şer derxînin.
Îlham Ehmed bal kişand ser raporta Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku komkujiya êzdiyan pejirand û diyar kir ku li herêma Şehba û li taxa Şêxmeqsûdê bi destê terorîstên ku dewleta tirk destekê dide wan komkujî têne kirin.
Îlhan Ehmed bang li NY û civaka navneteweyî kir û xwest ku li hember komkujiyan bêdeng nemînin û piştevaniya HSDê bikin.

Bi heman mijarî:

Li Şehbayê teqîn: Bav û kur birîndar bûn
Hejmara koçberên Şehbayê gihişte 11 hezaran
Di êrîşa Şêxmeqsûd de zarokek birîndar bû
YPG: Li Şêxmeqsûd û Cerablûsê 5 terorîst hatin kuştin
Terorîstan girtin ser Şêxmeqsûd: 2 birîndar
Şêxmeqsûd dîsa tê bombebarankirin
Etîketan:
plan, haleb, şehba, lîstik, anha, daiş, revandin, sivîl, kurd, îlham ehmed, rojava, sûriye, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de