12:00 20 Hezîran 2018
Operasyona Leşkerî ya Minbicê

DAIŞê li Minbicê êrîş kir: 28 şervanan jiyana xwe ji dest da

© REUTERS / Rodi Said
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

DAIŞê li Minbicê êrîşî hêzên Sûriyeya Demokratîk kir û hat ragihandin ku 28 leşkerên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jiyana xwe ji dest da.

Minbic — Li gorî ragihandina Saziya Şopandina Mafên Mirovan a li Sûriyeyê DAIŞê li Minbicê êrişî leşkerên Meclîsa Minbicê kir û encamê de 28 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 3 gund jî careke din ji destên wan derxistine.

Ji aliyê dî ve, berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Şarvan Derwîşî ragihand, wan êrişên DAIŞê têk birine û hemû sengerên derveyî bajarî hîn di destên wan de ne lê ji ber mayinên ku DAIŞê bi cih kirine, gel nikare ji malên xwe derkeve.

Herwiha Berdevkê Meclisa leşkerî ya Minbicê jî got: Kontrola bajêr di destên hezên me de ye û gelek DAIŞî hatine kuştin. Em gihan her çar deriyên bajarî lê DAIŞê mayin li her derê bi cih kirine. Ev 20 roj in ku operasyon li ser bajarî berdewam e lê belê ji tirsa mayina hîn jî neketine bajarî. Herwiha Şarvan Derwîşî diyar kır ku 2000 welatiyên sivîl ji destên DAIŞê reviyine.

 

Bi heman mijarî:

Şervanên kurd rêya sereke ya Minbic û Helebê kontrol kirin
Şervanên YPGê û HSDê rêya Minbic û Cerablusê rizgarkirin
Erdogan: Minbic ne ya kurdan e
Amerîka: Minbic navenda xwekujên DAIŞê ye
Minbic - Fermandarekî DAIŞê hat kuştin 32 jî birîndar bûn
Etîketan:
kuştin, terorîst, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, DAIŞ, Saziya Şopandina Mafên Mirovan, Şarvan Derwîş, Minbic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de