16:21 20 Sibat 2018
Zindî
    Polês, operasyon, binçavkirin

    Li Erdehan û Wanê operasyonên siyasî: 4 kes hatin girtin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di operasyonên siyasî yên li Erdehan û Wanê de 4 kes hatin girtin û kesek jî hate desteserkirin.

    Navenda nûçeyan  — Operasyonên siyasî yên li ser gelê kurd bênavber berdewam dikin. Herî dawî dîsa li 2 bajarên kurdan operasyon hatin kirin û di encamê de 4 kes hatin girtin.
    ERDEHAN
    Polêsan rojên borî bi ser avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Erdehanê û hinek malên xwendevanan de girtin. Di encama sedergirtinan de 8 kes hatibûn binçavkirin. Ji 8 kesan 4 ji wan hatin girtin.  
    Navên kesên hatin girtin wiha ne: Hevserokê DBP Hakan Demîrbaş, rêvebirên DBP Erdal Morkoç, Arzu Yilmaz û Taha Tan.
    DBPyiyên ku hatin girtin şandin girtîgeha Tîpa T ya Erdehan e.

    WAN
    Îro dane sibehê li navçeya Edremît ya Wanê li taxa Şehît Firatê operasyon hate kirin. Di operasyona hevdemî de polêsan bi ser gelek malan de girtin. Polêsan di encamê de kesek bi navê Hasan Kaya desteserkirin.  
    Hate ragihandin ku polêsan bi ser mala Zekiye Kaya ya endama Însîyatîfa Dayikên Aştiyê de jî girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li Îzmîr û Semsûrê operasyonên siyasî
    Li çar bajaran operasyonên siyasî hatin kirin: 18 binçavkirin, 2 girtin
    Li 4 bajaran operasyonên siyasî: 17 kes hatin desteserkirin.
    Li Dêrsim û Edeneyê operasyonên siyasî: 3 ji wan zarok gelek kes hatin desteserkirin!
    Operasyonên siyasî: 4 kes hatin girtin
    Li Amed, Şirnex û Dersîmê operasyonên siyasî: 10 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    GIRTIN, SIYASÎ, OPERASYON, ÊRIŞ, BISEDEGIRTIN, POLÊS, KURD, hasan kaya, zekiye kaya, Taha Tan, Arzu Yilmaz, Erda morkoç, Hakan Demîrbaş, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de