21:55 22 Sibat 2018
Zindî
    HSD

    Şoreşvanên Efradê tevlî HSDê bûn

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tabûra Şoreşvanên Efradê beşdarî refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) bûn. Fermandarê tabûrê ragihand ku ew piştevaniya projeya ewlehî û demokrasîya herêmê dikin lewma jî tevlî HSDê bûne.

    Navenda nûçeyan — Tabûra Efrad (Til Efrad) bi daxuyaniyeke çapemeniyê  ragihandin ku ew tevlî refên Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) bûne. Fermandarê tabûrê Muhammed Hesen di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya yekitiya dijberan û diyar kir ku piştî cudabûna dijberên Sûriyeyê gel kete binê talûkeyeke mezin. Fermandar Hesen da zanîn ku talûkeyeke mezin li ser gelê sûriyî ye û dema rakirina talûkeyê û rawestîna xwîna ku diherike hatiye.
    ‘HSD HÊVÎYA GEL GEŞ KIR'
    Hesen behşa şerê HSDê yên li dijî terorîstên DAIŞê kir û diyar kir ku HSD herêmê ji terorîstên DAIŞê paqij kir, ev jî hêviya gel ya ji rizgarbûna ji zilmê geş kir. Hesen ragihand ku wê li hember zilma DAIŞê ya li Şehbayê bêdeng nemînin û bo daxwaza jiyana hevpar ya kurd, ereb û tirkmenan wê têkoşîna xwe gurtir bikin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Em xwe wekî beşek ji koalîsyona li diji DAIŞê dibînin
    Şervanên HSD û YPGê 10 gundên din ê Minbicê rizgarkirin
    Şervanên HSD û YPGê 4 gundên din rizgarkirin û gelek terorîst kuştin
    HSD:'Me operasyona Minbicê dest pê kir û niha em nêzî navêndê ne'
    HSD: ‘Dê federasyon were îlankirin, lê kanton ji hev venaqetin'
    Etîketan:
    ref, til efrad, şehba, qsd, daiş, şer, tabûra til efrad, hsd, muhammed hesen, rojava, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de