15:46 24 Hezîran 2018
Ebdulfetah El Sîsî

Dadgeha Misirê biryara Sîsî betalkir

© REUTERS / Tiksa Negeri
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li Misirê dadgehekê biryara Serokomar Abdulfettah El Sîsî, ku giravên Qizildenîzê yên Tîran û Sanafîrê dida Erebîstana Siûdî, fesih kir.

Navenda nûçeyan — Sîsî gava ku Şahê Siûdî Selman bîn Abdûlazîz di meha nîsanê de serdana Qahîreyê kiribû, biryar dabû ku giravan ji Riyadê re bihêle lê mixalefetê bertek nîşanê vê biryarê dabû û Sîsî ji ber projeya pirê ya ku dê li Qizildenîzê di navbera herdu welatan de were çêkirin û giravan bide Erebîstana Siûdî, tawanbar dike.

Zêdetirî 150 kesên ku ev biryara protestokir, hatibûn girtin. Sîsî jî bertekek hişk nîşanê rexneyan dabû û gotibû jixwe girav her tim yên Siûdî ne, Misir tenê lê ‘miqate' ye.

Tê diyarkirin ku biryara dadgehê dibe ku ji aliyê dadgeha bilind ve were betalkirin.

 

 

Bi heman mijarî:

Misir: Dibe balafira me di encama êrişek terorî de ketibe
Dibe ku Misir û Rûsya teknolojiya ragihandinê ya leşkerî hilberînin
Misir: Balafira rûsî ji terefê terorîstan ve hat xistin'
Rûsya û Misir li ‘Kanala Suveyş' ê herêma pîşesaziyê ava dikin
Rûsya: Îran, Iraq, Misir, û Libnan jî wê li civîna Viyanayê bibin
Etîketan:
betalkirin, biryar, Dadgeha Bilind, Abdulfettah El Sîsî, Qahîre, Misir, Erebistana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de