16:00 24 Hezîran 2018
Meleyan

Emniyet li dû ‘meleyan' e

© Foto
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê ya Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ji bo meleyên Diyanetê yên li 81 bajaran peywirdar in, talîmata fîşkirinê daye.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyan hat ragihandin ku ji bajaran re nivîs hatiye şandin û di nivîsê de hatiye xwestin ku agahiyên derbarê komên ku hestên neteweyî îstîsmar dikin, kesên ku li gorî daxawazên komên îlegal û dûvikên wan tevdigerin, ji Enqereyê re werin şandin.

Herwiha Serokatiya Daîreya îstîxbaratê di vê çarçoveyê de ji 27 Gerînendetiyên Şûbe yên Îstîxbaratê re nivîseke bi mijara ‘daxwaza agahiyê' şand û daxawaza kiriye ku di derbarê bi hezaran meleyên Diyanetê de xebata îstîxbaratê were kirin.

Di nivîsê de hat ragihand ku ‘ji bo xebatekê hewceyî bi agahiyên peywirdarên dîn (yên wekî miftî, îmam, xebatkarê qursên Quranê û karmend) ku girêdayê Serokatiya Karên Diyanetê ne û li bajar, navçe û gundan dixebitin, heye.'

Îstîxbaratê di nivîsê de destnîşan kir ku divê ji bo bajarên wek Semsûr, Agirî, Çewlik, Bêdlîs, Amed, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Enteqya, Qers, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwaz, Tokat, Dêrsim, Riha, Wan, Êlih, Şirnex, Erdexen, îdir, Kilîs û Osmaniyê heta 15ê Hezîrana 2016an, ji bo bajarên din jî heta 28ê Hezîrana 2016an agahî bi tevahî were şandin.

 

 

Bi heman mijarî:

DÎVES: ‘Diyanet teşwîqî şer dike'
Emniyet: ‘Keşif hatiye kirin, dibe ku êrişî Demirtaş bikin'
Etîketan:
fîşkirin, mele, Daîreya Îstîxbaratê ya Miduriyeta Giştî, Amed, Riha, Tirkiye, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de