17:57 21 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Leşkerên New Zelandî 18 mehên dî wê li Iraqê bimînin

    © AFP 2018/ HAIDAR HAMDANI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê New Zelandê John Key, derbarê leşkerên xwe yên perwerdekar ragihand ku wan dema perwerdeyê dirêj kirine û leşkerên wan 18 mehên din li wê Iraqê bimînin.

    Navenda nûçeyan — Li gorî nûçeya Radyo New Zelandê Serokwezîr Key, ragihand ku xebatên perwerdehiya leşkerî yên Hikumeta New Zelandê ya li Iraqê wê 18 mehên dî berdewam bikin. Key diyar kir ku 143 leşkerên wan heta sala 2018an wê hêzên iraqî li hember terorîstên DAIŞê perwerde bikin. Key behsa kampa perwerdehiya leşkerî ya Tacî kir û da zanîn ku ji serê salekê de li vê kampa navborî bi awayekî serkeftî berdewam dike.
    New Zelanda di sala 2014an de bi 10 leşkeran beşdarî bernameya perwerdehiyê bibû û îro hejmara leşkerên xwe derxist heta 143an.

    Hêjayê gotinêye ku li Kampa Taciyê heta niha 7 hezar leşkerên iraqî hatin perwerdekirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê ji bo rizgarkirina bajarokê Qayyarayê dest bi operasyonê kir
    Artêşa Iraqê avahiyên hikumetê yên Fellûceyê bi dest xistin
    Artêşa Iraqê hindik maye ku bikevin navenda Felluceyê
    Artêşa Iraqê 2 gund rizgarkirin û 25 terorîst kuştin
    Artêşa Iraqê li Mexmûrê dest bi operasyonê kir
    Artêşa Iraqê li Fellûceyê taxekê ji destê DAIşê rizgar kir!
    Etîketan:
    şer, daiş, artêşa iraqê, leşkerî, perwerdehî, john key, new zeland, iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de