16:55 25 Hezîran 2018
Balafir

Jetên Tirkiyeyê dîsa bombe li Zap û Qendîlê barandin

© AP Photo / Hassan Ammar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Balafirên şer ên Tirkiyeyê dîsa bombe li herêma Zapê û li herêma Çiyayê Qendîlê barandin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya Serokatiya Sererkaniya Tirkiyeyê balafirên şer duhî êvarê di saet 22.00-22.58an da operasyon birin ser Qendîl, Sînat û Haftanîna herêmên bakurê Iraqê.

Her wiha li gorî îdiaya sererkaniyê di wê operasyonê da bi tevahî 5 baregeh, kozik û cebilxaneyên rêxistinê hatin îmhakirin û ji bo tespîtkirina zirar û ziyanan jî xebatên wan didomin.

Ji aliyê din ve li gorî agahiyên berdest, balafirên şer di saet navbera 21.00-21.40î de operasyoneke li hemberî çoltera navçeya Licê ya Amedê pêk anîn û li gorî îdiayan 11 stargeh, baregeh, kozik û cebilxaneyên aîdi rêxistinê hatin rûxandin.

Bi heman mijarî:

‘Dema ku ji bo hevdîtinan ez li Qendîlê bûm dewletê êrîşa asmanî pêk anî'
Balafirên şer ên Tirkiyayê herêma Qendîlê bombebaran kirin
Artêşa Tirkiyeyê êrişî Qendîlê kiriye!
Dema Demirtaş diçû Qendîlê, operasyonên hewayê hatin kirin
Demirtaş:'Tirkiyeyê daxwaza vegera masê ya Qendîlê red kir'
Etîketan:
Operasyona li dijî PKKê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Sererkaniya Tirkiyeyê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de