02:54 20 Hezîran 2018
Ala Urdunê

Li Ûrdûnê li pêşiya kampa penaberan teqîn: 2 kuşt û gelek birîndar

© Flickr /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Artêşa Ûrdûnê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li sînor li hemberî kampeke penaberan bi wesayîteke bombekirî êrişeke xwekujî pêk hat. Di êrişê de 2 leşker hatin kuştin û gelek jÎ birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan — Artêşa Ûrdûnê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li sînor li hemberî kampeke penaberan bi wesayîteke bombekirî êrişeke xwekujî pêk hat, di encama êrişê de 2 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

​Li ser sînorê Ûrdûn-Iraq-Sûriyeyê ku digihîje hev li kampa penaberan a Rukbanê bi wesayîteke bombekirî êrişeke xwekujî pêk hat. Li gorî daxuyaniya Artêşa Ûrdûnê êriş bi tirsokî bi nav kir û ragihand ku di êrişa xwekujî de parastvanên sînor jiyana xwe ji dest dane.

​Ji aliyê din ve di 6ê Hezîranê de li paytextê wî welatî li Ammanê di êrişeke terorî de karmendên rêxistina îstîxbaratê hedef hatibûn girtin û di wê kampa ku penaberên filistînî têde diman de 5 karmendên îstîxbaratê hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.

Bi heman mijarî:

Li Ûrdûnê ofîsa îstîxbaratê bû hedef: 5 kuştî
Urdunê balyozê xwe yê Tehranê vekişand
Amerîka, bi rêya Tirkiye û Urdunê bi tonan çek derbasî Sûriyeyê kirin
Qiralê Urdunê li Tirkiyeyê gilî kir: Tirkiye piştgiriya îslamîstên tundrew dike
Li sînorê Urdunê operasyona DAIŞê: 8 kuştî
Etîketan:
Li hemberî kampa penaberan êrişa xwekujî, Êrişa bi wesayîta bombekirî, Ûrdûn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de