13:48 22 Hezîran 2018
PYD

Şervanên kurd li Minbicê êrişeke mezin a DAIŞê têk birin: 142 kuştî

© Sputnik / Hediye Levent
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Mibicê diyar kir ku hêzên wan êrişeke mezin a DAIŞê têkbirine û got di vê êrişê de 142 terorîst hatin kuştin.

Minbic - Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê êrişa mezin a terorîstên DAIŞê ku di 20ê Hezîranê ji aliyê Cereblûs, Bab û Mesekenê li dijî gundên di navbera bajarokê Irêmê heta Çemê Firatê li herêma Minbicê pêk hat de daxuyaniyek weşand.

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî got: "Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji despêka operesyona Fermandar Feysel Abû Leyla ve 2yemîn êrşa mezin a terorîstên DAIŞê têk bir. Êriş bi armanca şikandina dorpêça li ser komên terorîst ên di hûndirê bajarê Minbicê de ku ji herçar aliyên bajêr ve ji aliyê şervanên ve hatine dorpêç kirin, ji 3 aliyên sitratîjîk ve pêk hat. Rêxistina teror di vê hewldana xwe ya bêçariyê ku di çorçoveya rêze hewldanên beyhude ve pêk hat de têkçû.

Rêxistina DAIŞ a terror ji saat 5`ê sihbeha 20/6/2016`an ve heta saat 16:00`an ji aliyê Babê, Meskenê û Cereblûsê êrîşên dijwar li dijî bajarokê Irêmê û gundên Oseclê, Toq Xelîl, Muhterêq Kebîr,Qerha Kebîra, Qerha Sexêra, Qerha, Cib El-Eşra, Xirbit Eşra, Xirbit El-Rûs, Nihêmê û Cib El-Şêx pêk anî.

Di vê êrişê de hêzên me derbên giran li rêxistina DAIŞ a teror xistin û terorîstan wendayiyên mezin dan. Di vê êrişê de 142 terorîst hatin kuştin û laşên 89 terorîstan di destê hêzên me de ye. Her wiha hêzên me Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Mibinbicê 20 çekên kalaşînkov, 7 rokêt avêj, 10 çekên Lao û meqdarekî mezin ji cebilxaneya terorîstan destser kir.

 

 

Bi heman mijarî:

Bi hezaran sivîl li Minbicê hatin rizgarkirin
Şervanan gundekî din ê Minbicê rizgar kirin
Li Minbicê li dijî hedefên DAIŞê 9 êrişên hewayî
Li Minbicê 22 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ketin nava Minbicê
Etîketan:
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Operasyona rizgarkirina Minbicê, Minbic, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de