14:27 22 Îlon 2017
Zindî
    Zarokên Sûrî

    Ji 992 hezar zarokên sûrî, tenê 330 hezar diçin dibistanê

    © AP Photo/ Vladimir Isachenkov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li Tirkiyeya ku polîtikaya “dergehê vekirî” tê sepandin, 2 milyon û 742 hezar penaberên sûrî li Tirkiyeyê ne, ji wan 992 hezar zarok in lê ji wan zarokan tenê 330 hezar diçe dibistanê.

    Navenda Nûçeyan — Gelek daneyên derbarê penaberên Suriyeyê de, ji aliyê endamên Kabîneyê di hevdîtinên Parlementoya Tirkiyeyê de, hatin ragihandin. Li gorî mezbeteyên parlementoya Tirkiyeyê, Alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê Veysi Kaynakî di bersiva pêşniyarnameya HDPê de, wiha gotiye, 58% ji sûriyên ji welatê xwe reviyane, li Tirkiyeyê bi cih bûne.

    "DIVÊ EW MESELE ZÛ BÊ ÇARESERKIRIN"

    Herwiha alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê ragihand ku heta niha 2 milyon û 742 hezar sûrî li vir in û hejmara penaberên li deverên bichkirina penaberan 266 hezar e. Kaynakî got, "lê 7,742 ji van Iraqî ne, Hatay, Dîlok, Kilîs, Mêrdîn, Mereş, Osmaniye, Adyaman û Meletiyeyê bi cih bûne. Li Mereşê dest bi avakirina deverên mayînê yên biçûk bûye. Divê ev mesele zû bê çareserkirin".

    "TENÊ 330 HEZAR ZAROKÊN SÛRÎ DIÇIN DIBISTANAN"

    Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyeyê Îsmet Yilmaz, derbarê zarokên sûrî yên di dema xwendinê de agahî dan parlementeran û wiha got, "Li gorî agahiyên ku îdareya koçberiyê ya wezareta karên hundir daye me, 992 hezar zarokên sûrî hene.Heta niha 330 hezar zarok çûne dibistanê. Piraniya wan di kampan de tên perwerdekirin, tenê 70 hezar ji wan li derveyî kampan tên perwerdekirin.

    Herwiha wezîrî diyar kir ku niha dersên wan bi piranî erebî ne û 5 saet dersa zimanê tirkî heye û wiha dewam kir: "Em difikirin ku di siberojê de, hejmara saetên destên tirkî zêdetir bikin".

    Bi heman mijarî:

    UNICEF: Zarokên penaber yên li Fransayê ne di ewlehiyê de ne
    20 jê zarok 34 penaber li çolê ji bêavî mirin
    “ Fransa welatê dêran e, divê penaber rêzê ji vê rastiyê re bigirin”
    Bobelat 25 penaber xeniqîn
    NY:'Li Deryaya Spî di hefteyekê de 700 penaber mirin'
    Papayî 12 penaber birine Vatîkanê
    Etîketan:
    penaber, zarok, HDP, Îsmet Yilmaz, Veysi Kaynak, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de