20:08 22 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Sûriyeye Demokratîk - Operaysona Minbicê

    “Bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re plana federasyona bakurê Sûriyeyê pêk tê”

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Ajansa Reutersê diyar kir ku pêşketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk, pêkanîna planên kurdan ên federasyonê xurttir kirin. Rayedar kurd Hediye Yusufê got, piştî ku Minbic ji DAIŞê bê rizgarkirin, em dixwazin bibe beşek ji federasyonê.

    Navenda Nûçeyan — Reutersê îro nivîsek bi îmzeya Tom Perry weşand ku tê de dihat gotin, pêvajoya federasyonê bi awayekî bilez bi pêş ve diçe û makeqanûna nû, dê di sê mehan de pêk were. Herwiha nivîsê diyar kir ku operasyona li dijî DAIŞê ya HSDê bi pêşengiya YPGê bi pêş ve diçe û meha Adarê, dê herêmên rizgarkirî tev li federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê bibin.

    "EM DIXWAZIN MINBICÊ TEV LI HERÊMA FEDERAL BIBE"

    Yek ji rayedarên Federasyona kurd a bi navê Hediye Yusufê ragihand, ku ew bi encûmena herêma ya operasyonê Minbicê bi rê ve dibe re hevdîtinan pêk tînin û got, "Me plana xwe ji wan re got û ew agahdar kirin ku em dixwazin piştî rizgarkirina Minbicê, ku ew bajar jî bibe beşek ji federasyonê. Kêfa wan jî bi vê planê hat".

    Herwiha Yûsufê diyar kir ku ew ji bo federasyonê bi Rûsya, Ewropa û Amerîkayê re hevdîtinan pêk tînin û teqez kir ku ew serxwebûnê naxwazin û wiha dewam kir: "Em hêvî dikin ku plana me, piştgiriyeke herêmî û navdewletî wergire."

    DAIŞ
    © Foto: © AP Photo/ Rakka Media Center
    "MECLISA DÊ BÊ DAMEZIRANIN, DÊ SIBEROJA MINBICÊ DIYAR BIKE"

    Ji aliyekî din ve, rayedarekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku nexwest navê xwe bide, ragihand ku siberoja Minbice, dê ji aliyê meclisa berfireh ya ku dê bê damezriandin, bê diyarkirin."

    Herwiha di nivîsê de hat diyarkirin ku pêşektina kurdan, Tirkiyeyê ditirsîne û nîgeran dike.

    Bi heman mijarî:

    Gundek Minbicê yê din jî hate rizgarkirin
    Li nêzî Minbicê şer: 9 kuştî
    Şervanên kurd 38 terorîstên DAIŞê kuştin û 3 gundên Minbicê rizgar kirin
    Şervanên kurd li Minbicê 8 terorîst kuştin û çend gund rizgar kirin
    Li nêzî navenda Minbicê şerek dijwar rû dide
    4 gundên din ên Minbicê jî hatin rizgarkirin
    Şer li başûrê Minbicê dijwartir bû
    Etîketan:
    federasyon, kurd, HSD, Hediye Yûsif, Reuters, Rûsya, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de